Koordînasyona KJK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, komploya 15 Sibatê di salvegera 17. de lenet kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku bi tifaqeke kirêt a hêzên navneteweyî ya bi pêşengiya DYA-Îsraîl û Îngilîstanê de, komployeke mezin û kirêt hatiye lidarxistin û di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan de hewl hatiye dayîn gelên Rojhilata Navîn dîl werin girtin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di destpêkê de em Rêbe Apo yê li Îmraliyê berxwedana sed salê nîşan dide bi rêzdarî silav dikin û hemû şehîdên xwe yên leheng ên li dora Rêberê me bûn xelekek ji agir, bi minetdarî û rêzdarî silav dikin."
'KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ HATIYE PÛÇKIRIN'
Koordînasyona KJK'ê diyar kir, ku kompoloya 15'ê Sibatê dewama operasyonên qirkirinê yên li herêmê ye û got, "Komploya navneteweyî ku xeleka bingehîn a êrîşên qirkirinê yên li hemberî gelê Kurd e, bi berxwedana lehengî ya Rêberê me, gelê me û şehîdên me re hatiye pûçkirin. Hêzên navneteweyî yên komploger, ji bo komployê bidomînin, êrîşên xwe bê navber li hemberî gel û nirxên me dewam dikin."
Di dewama daxuyaniya Koordînasyona KJK'ê de hat ragihandin, ku li hemberî sîstema netewe-dewlet a qirkirinê, gelê Kured bi perspektîfa neteweya demokratîk a Ocalan re xwe ji nû ve bi rêxistin kiriye û bi berxwedana xwe ya xwerêveberiya demokratîk re statuya xwe diyar kiriye.
KJK'ê got, "Baweriya bi pêkhatina yekîtiya demokratîk li ser bingeha azadiya jinê, ji nû ve avakirina hevgirtina bi xwezayê re û afirandina jiyana bi hev re ya gelan li ser bingeha azadî û wekheviyê, ji her demê bêhtir derdikeve pêş. Bi vê perspektîfê re îro li Rojava serketinên mezin hatine bidestxistin. Li bakurê Kurdistanê gelê me li dijî kevneşopiya netewe dewleta qirkirinê, bi lehengî li ber xwe dide. Gelê me li dijî zîhniyeta komploger û qirkirinê di warê teorîk û bîrdoziyê de têdikoşe û ji bo hilanîna tola dîrokî bi awayekî mûezem li ber xwe dide. Ev berxwedan li dijî tinekirinê berxwedana hebûnê ye.
Hêzên qirkirinê hewl didin dengê gelê me qut bikin û xelekên nû li komploya navneteweyî zêde bikin. Herî dawî daxwaza gelê me ya ji bo jiyana bi rêveberiya xweseriya demokratîk, di şexsê Cizîr û Sûrê de bi berxwedaneke mezin hatiye nîşandan û tevî hemû êrîşên dijmin jî gelê me ji vê tercîha xwe vengeriya ye. Bajarên Kurdan ên bi rojane hatine dorpêçkirin rastî êrîşên mezin hatin, hêz û çeteyên dewleta Erdogan a faşîst komkujiyeke mezin li ser jin û gelê me ferz kirine tevî vê yekê jî gelê me serî netewandiye. Hêzên navneteweyî bi bêdengiya xwe ya li pêşberî van sûcên şer û êrîşên li dijî mirovahiyê re nîşan dane ku hevparê komplogeran e. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî berevajî navê xwe li dijî mafên mirovan tevgeriya ye û ji bo bicihanîna berjewendiyên dewletên desthilatdariyê, durûtiya xwe raxistiye pêş çavan. Li Cizîrê xeta Rêberî li ber xwe daye, tifaqên komploya navneteweyî jî bêdeng mane, komkujî kirine û şermeke mezin li dîroka mirovahiyê nivîsandine. Çeteyên TC ji bo berxwedana li Cizîra Botan bişikînin bi hovane êrîşî bedena jinê, êrîşî hemû nirxên jinê kirine. Sedema bingehîn a vê yekê jî têkçûna wan a bêdawî ye. Ev rewşa ji ber hêrsa wan derket holê, ji bilî têkçûnê bi ti awayî nikare bê îzahkirin."
Koordînasyona KJK'ê destnîşan kir, ku li dijî qirkirina çandî jinê kincê berxwedan û rûmetê li xwe kiriye û diyar kir, ti hêzeke faşîst nikare vî kincî jê bike.
'TÊKBIRINA KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ BI AVAKIRINA SÎSTEMA XWE DIBE'
KJK'ê da zanîn, ku têkbirina ji sedî sed a komploya navneteweyî, weke jin û gel bi avakirina sîstema xwe dibe û got, "Têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya Rêberê me, weke rêya çareseriya pirsgirêkan, hêza xwe ya cewherî destnîşan kiriye. Lewma gavên tên avêtin stratejîk in û veger jê nînin. Di serî de jin divê gelê me jiyana xwe li gorî vê birêxistin bike, têkiliya xwe bi dewletê re bibire û li ser bingeha hêza xwe-vîna xwe, bêderedût têkoşîna xwe bilind bike. Komkujiya li Cizîrê hat kirin, siberoja ku li ser gelê me tê ferzkirin e. Divê em nehêlin di ser qetilkirina me re desthiladarî, faşîzm û bêesîliya ji her awayî ve xwe birêxistin bikin." KJK'ê destnîşan kir, ku bersiva li dewleta çete-faşîst, bi meşandina têkoşîneke xurt û bi serketinê re dibe.
'EM BANGA HESABPIRSÎNÊ DIKIN'
Koordînasyona KJK'ê bang li jinan û gelê Kurd kir ku di sala 18. a komploya navneteweyî de xwedî li berxwedana xwerêveberiyan derkevin û hesab ji komkujiyan bipirsin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bi berxwedana li hemberî komploya navneteweyî re, bi avakirina Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad re em dikarin bi gelên li herêmê re di nava aştiyê di bijîn. Eger jiyanek wê bê jiyîn divê ev li ser bingeha azadiya Rêberê me jiyaneke bi rûmet û azad be. Şehîdên Cizîrê rûmeta me ne, li hemberî hêzên komploger ên navneteweyî parêzvanên herî mezin ên xeta Rêbertî ne. Em li ber bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Em bang li jinan, gelê xwe, raya giştî ya demokratîk û hêzên şoreşger-demokratîk dikin, ji bo di nava eniya azadiyê de li hev bicivin, têkoşîneke hevpar bimeşînin. Sala 18. a komployê wê bibe sala têkçûna hêzên komploger. Em bang li her kesî dikin ku bi xurtî li ber xwe bidin, şer bikin, bi ser bikevin, hesab bipirsin û bi Rêbertî re li welatê me yê azad li hev bicivin."