BI DÎMEN

Li Hambûrgê çalakiya yek şexsî

Li bajarê Elmanya Hambûrgê, aktîvîsteke jin ji bo balê bikişîne ser teşhîrkirina bedena jinê, qetilkirina jinan û dagirkirina hêzên dewletê li Cizîrê, li ber parlamenta eyaletê xwe li erdê dirêj kir.

Li bajarê Elmanya Hambûrgê, aktîvîsteke jin ji bo balê bikişîne ser teşhîrkirina bedena jinê, qetilkirina jinan û dagirkirina hêzên dewletê li Cizîrê, li ber parlamenta eyaletê xwe li erdê dirêj kir.

Aktîvîsta Kurd der barê çalakiyê de daxuyaniyek da û bal kişand ser bedenên jinan ên ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve piştî qetilkirinê bi tazî hatine teşhîrkirin û got, "Nêzî şeş meh in li Kurdistanê dagirkerî û êrîşek heye, ku roj bi roj dijwar dibe. Ez îro li vê derê komkujiyekê protesto dikim. Ez, bikaranîna bhedena jinê di nava şer de, teşhîrkirina bedena jinê protesto dikim. Destavêtin û qetilkirina jinan her tim bûye çeka herî girîng û herî qirêj a şer. Hînê jî bi vî rengî ye. Hêzên zordar, ji bo gel du caran têk bibin, vê çekê bi kar tînin. Dixwazin yekî jê bikuje û li aliyê din jî bi namûsa gel bilîzin. Dema vê dikin, tişta herî girîng ku ji bîr dikin ev e; bedena min ne ya kesî ye. Bedena min namûsa kesî nîne. Ne namûsa gelê min e."

Aktîvîsta jin da xuyakirin, ku ji bo şermezarkirina tazîkirina bedena bê ruh a jina ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye qetilirin, wê li ber Parlamenta Hambûrgê çalakî lidar xistiye. Aktîvîstê her wiha diyar kir, ku wê têkiliya hikûmeta Elmanya bi Tirkiyeyê re şermezar kiriye.

...