Teşhîrkirina bedena jinê dikeve rojeva NY
Buroya alîkariya hiqûqî ya li dijî destdirêjî û destavêtina zayendî ya li binê çavan, teşhîrkirina tazî ya bedena jineke li Cizîrê hat qetilkirin ji aliyê hêzên ewlekariyê ve, dixe rojeva Neteweyên Yekbûyî.
Buroya alîkariya hiqûqî ya li dijî destdirêjî û destavêtina zayendî ya li binê çavan, teşhîrkirina tazî ya bedena jineke li Cizîrê hat qetilkirin ji aliyê hêzên ewlekariyê ve, dixe rojeva Neteweyên Yekbûyî.
Ji damezrînerên buroya alîkariya hiqûqî ya li dijî destdirêjî û destavêtina zayendî ya li binê çavan parêzer Eren Keskîn ji ANF'ê re axivî û da xuyakirin, ku di mijara vê teşhîrkirinê de ew ê serî li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya NY bidin û bixwazin heyetek li Cizîrê lêkolînê bike. Keskîn bibîr xist, ku di hiqûqa navneteweyî de şîdeta li hemberî jinê weke sûcê şer û li dijî mirovahiyê tê dîtin û got, "Li gorî Konvansiyona Cenevreyê, Tirkiyeyê bi awayekî vekirî sûcê şer kiriye."
ÊRÎŞA LI HEMBERÎ BEDENA JINÊ BI AKP'Ê RE DIDOME
Piştî gerîlaya jin Ekîn Wan a li Gimgimê hat qetilkirin, vê carê jî jineke li Cizîrê hat qetilkirin a hînê navê wê nehatiye tespîtkirin, ji aliyê hêzên dewletê ve hat tazîkirin û wêneyên tazî yên bedena wê di hesabên medya civakî de hat teşhîrkirin. Nerazîbûna li hemberî vê teşhîrkirina tazî ya bedena jinê dewam dikin. Buroya alîkariya hiqûqî ya li dijî destdirêjî û destavêtina zayendî ya li binê çavan li hemberî vê êrîşa li dijî bedena jinê ket nava tevgerê û amadekariyan dike ku bûyerê bixe rojeva Neteweyên Yekbûyî (NY). Ji damezrînerên buroyê parêzer Eren Keskîn diyar kir, dewleat Tirk ji salên 1990'î û vir ve şîdeta li dijî jinê li Kurdistanê weke rêbazeke şer bi kar tîne. Keskîn da xuyakirin, ku weke parêzvanên mafên mirovan ew bi xwe tevlî otopsiya cenazeyên gerîlayên jin ên îşkence li wan hatine kirin bûne û got, "Hin ji van gerîlayên jin, bedena wan bi tazî hat teşhîrkirin, hin jê jî bedena wan a tazî li pişt maşîna zirxî hat girêdan û li nava kolanan hat gerandin." Keskîn destnîşan kir, ku hikûmeta AKP'ê ya roja îro, heman zîhniyetê didomîne.
BILA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ HEYETÊ BIŞÎNE CIZÎRÊ
Parêzer Keskîn anî ziman, ku di hiqûqa navneteweyî de şîdeta li hemberî jinê, bi taybetî piştî şerên Bosna û Rûanda, hem weke sûcê şer hem jî sûcê li dijî mirovahiyê hatiye nirxandin û ragihand, teşhîrkirina tazî ya bedena jineke li Cizîrê hat qetilkirin, bi awayekî zelal sûcê şer e. Keskîn diyar kir, li gorî Konvansiyona Cenevreyê Tirkiye bi awayekî vekirî sûcê şer kiriye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Weke buroya alîkariya hiqûqî ya li dijî destdirêjî û destavêtina zayendî ya li binê çavan, em ê vê hefteyê serî li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya NY bidin û jê bixwazin, ji bo lêkolînkirina mijarê heyetekê bişîne Cizîrê."
Keskîn bibîr xist, ku di vê mijarê de hikum û biryarên zelal ên NY hene û da zanîn, ku ev hikum ji aliyê yek ji aliyên vê peymanê Tirkiyeyê ve li dû hev tên binpêkirin, lewma divê bersiveke xwe hebe. Keskîn got, "Ev peyman pêlîstoka zarokan nîne. Ji bo xemlê jî nehatine kirin. Dewletên mora xwe danîne binê van peymanan, neçar in li gorî wê tevbigerin."
Der barê daxuyaniya Waliyê Tirk ê bûyera teşhîrê derewan de Keskîn got, "Ji xwe ji bo tespîtkirina vê em ji Neteweyên Yekbûyî dixwazin heyetek were vê derê."