'Bi yekbûyînê re wê komplo pûç bibe'
Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê li her devera Kurd lê dijîn tê şermezarkirin. Li navçeya Kerkûk Daqoqê, jina bi navê Kaban Celal komplo şermezar kir û got, "Pêwîste gelê Kurd rabe ser lingan."

'KOMPLO DI ENCAMA XIYANETÊ DE HAT KIRIN'
Kaban Celal di axaftina xwe ya ji bo ANF'ê de got, "Ez weke jinekê û weke Kakaiyek komploya ku bi rêya xiyanetê hat kirin lenet û şermezar dikim. Her wiha ew dagirkerî û hikûmeta ku li ser Serok Apo tundî dike jî şermezar dikim. Pêwîste baş bizanin ku wê gelê Kurd heqê xwe bi dest bêxe." Celal di dewama axaftina xwe de bang tevahiya gelê Kurd kir, ku bibin yek û got, "Pêwîste gelê Kurd dengê xwe berz bike, Kurd xwe bi xwe bi rê ve bibe. Em bibêjin êdî bese, Serok Apo azad bikin. Pêwîste ev ruh li her çar perçeyê Kurdistanê bijkive."
'BES E ÊDÎ JI BÊDENGIYA MIRINÊ RE'
Kaban herî zêde li ser hev girtina gelê Kurd sekinî û bi van gotinan bang li gelê Kurd kir, "Eger her çar parçeyê Kurdistanê nebe yek wê Serok Apo azad nebe. Pêwîste Serok APO azad be. Ji bo vê jî divê gelê Kurd bibe yek dest û yek hêz."
Celal di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa jinê li Başûrê Kurdistanê û bi van gotinan dawî li gotinên xwe tîne, "Em jin êdî vê zordestiyê qebûl nakin. Bila êdî kes xwe neşewitîne. Heta kengî em ê vê jiyanê qebûl bikin û wisa bê ziman bin. Beriya her tiştê weke mirov jî pêwîste em mafê xwe bigirin destê xwe de. Jinên Kurd rabin ser xwe. Pêwîste em baş bizanin ku eger Serok Apo azad nebe t, jiyan jî, azadî jî nîne û em jî nabin."