Çalakgerên vê hefteyê yên çalakiya 'edaletê' ya li Dusseldorfê hunermend bûn

Çalakiya 'edaletê' ya ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez her roja Çarşemê bi rêk û pêk li Dusseldorfê tê organîzekirin, vê hefteyê ji aliyê kedkarên çand û hunerê ve hat lidarxistin.

Li bajarê Elmanya Dusseldorfê, ji bo şoreşgerên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, vê hefteyê jî daxwaza edaletê hat kirin. Çalakiya vê hefteyê ji aliyê kedkarên çand û hunerê ve hat lidarxistin.

Di çalakiya li ber Konsolosxaneya Fransayê de, tevî kedkarên çand û hunerê yên TEV-ÇAND'ê, endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Dusseldorfê jî amade bûn. 

Di çalakiya bi şiyara "em edaletê dixwazin" de dowîz û pankart hatin hilgirtin û dirûşme hatin qîrîn. Di axaftinên li vir de bang li dewletê û hemû saziyên pêwendîdar hat kirin, ku komkujiyê ji her alî ve ronî bikin.

Qisekeran, êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê li Bakur û Rojavayê Kurdistanê hatin şermezarkirin û ji saziyên Yekîtiya Ewropa, dewletên endam û raya giştî ya navneteweyî hat xwestin, ku bes bêdeng bin.

...