TJK-E ji bo Sûrê banga çalakiyên lezgîn kir
Koordînasyona TJK-E ji bo Sûrê banga çalakiyên lezgîn kir.
Koordînasyona TJK-E ji bo Sûrê banga çalakiyên lezgîn kir.
Koordînasyona Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E) ji bo Sûr a di bin dorpêç û êrîşên qirkirinê ya dewleta Tirk de ye daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de wiha got: “Di encama polîtîkayên wehşetê li Cizîrê bi sedan mirov hatine qetilkirin, li jêrzemînên wehşetê hatine şewitandin û bi çekên kimyewî ve di qirkirinê re hatine derbaskirin. Di serî de van jêrzemînên wehşetê, soza me daye van şehîdên xwe yên heta dawiyê bi berxwedan û têkoşînek mezin bi fikrên xwe girêdayî mane, em nasekinin û em ê têkoşînê bi encam bikin.
Ji Tirmehê ve gelê Sûrê bi berxwedanek mezin têdikoşe û ji bo modela xwerêveberiyê bibe modela çareseriya Kurdistanê bi biryarbûnek û girêdanek mezin li ber xwe dide, îspat dike ku îradeya mirov û zanebûna wî li hember her cure teknîkê serketinê bi dest dixe.”
Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Sûr dilê Kurdistanê ye. Çand, dîrok û nasnameya Kurd bi xwe ye. Berxwedana Sûrê berxwedan û şerê tevahî Kurdan e.
Ji ber vê jî îro divê her Kurd û jin bi şîara, “li her derê çiqas berxwedan ewqasî çalakî, çiqasî zêde çalakî ewqasî jiyan û azadî” ve çalakiyên bi bandor û xurt li dar bixin.
Qasî berxwedana li Sûrê, wehşet û qirkirin jî ewqasî mezin e. Ji bo ji Sûrê re em bibin bêhnek û piştgiriyê bidinê, beriya qetlîamên nû çêbibin, bêyî jêrzemînên wehşetê yên nû derkevin holê, demildest ketina tevgerê û xistina tevgerê girîng e.
Li ser vî esasî em bang li tevahî hevbirên TJK-E dikin ku ji bo Sûrê demildest çalakiyan pêş bixin.”