TJK-E banga 'çalakiyên bênavber' li jinan kir

TJK-E nerazîbûneke tund nîşanî barbariya AKP'ê ya li hemberî jinan da û got, "Em bang li jinan dikin, ku çalakiyên encamgir û bênavber lidar bixin."

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) der barê hedefgirtina jinan ji aliyê AKP'ê ve, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya nivîskî ya TJK-E de hat gotin, "Ti pêkanîn û êrîşan, berxwedana jinê, bi taybetî jî berxwedana mûezem a jinên Kurd, nekariye qels bike." 

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev berxwedan û hêviya azadiyê ya nikare bê şikandin, gav bi gav mezin dibe û hat gotin, "Çeteyên AKP'ê li pêşberî berxwedana jinê bêhtir hês bûye û rû û zîhniyeta xwe ya qetlîmaker bi êrîşa li hemberî bedena jinê re nîşan didin. Jinên pêşengiyê jin gelê li Sûr, Silopiya û Cizîrê re dike, hedef hatine girtin. AKP komkujî û êrîşên xwe yên li dijî mirovahiyê yên li Kurdistanê, roj bi roj kûrtir dike. Êrîşên dijwar ên AKP'ê ku zîhniyeta DAIŞ'ê derbas kiriye, êdî bi ti gotin an jî hewldaneke nikare bên nixumandin. Wêneyên tazî yên du jinên berxwedêr ên ji aliyê çeteyên qetlîamker ve di medya civakî de hatin weşandin, zîhniyetê koledar û barbar ên serdestiya mêr a zayendîparêz, careke din raxistiye pêş çavan."

'HER DER SÛR, HER DER CIZÎR'

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Wêneyên hatine weşandin bi ti awayî me biçûk naxînin, berevajî me xurttir dikin. Ya tazî ne bedena jinê ye, dewleta ji zîhniyeta serdestiya mêr, polîtîkayên zayendîparêz, qetlîamker û koledar ên AKP'ê ye.

Êrîşên li dijî mirovahiyê yên li hemberî jinê tên kirin, daxwaz û biryara me ya têkoşînê xurttir kiriye. Weke jinên li Ewropayê dijîn, em komkujiyên li gelê Kurd û jinan tên kirin qebûl nakin û soza bilindkirina têkoşîna xwe dubare dikin. Bi ruh û şiyara 'Her der Sûr, her der Cizîr' re em ê berxwedana xwe mezin bikin û bibin dengê dayikên Kurd, bêdengiya li Ewropayê jî bişikînin. Em bang li hemû jinan dikin ku çalakiyên encamgir û bênavber lidar bixin."