UTAMARA, kongreya xwe ya 10. lidar xist

Navenda Civakî û Lêkolînê ya Jinê (UTAMARA) a li bajarokê Lînz ê Elmanyayê ji bo jinên Kurd û koçber dixebite, 10. kongreya xwe ya asayî lidar xist.

Navenda Civakî û Lêkolînê ya Jinê (UTAMARA) a li bajarokê Lînz ê Elmanyayê ji bo jinên Kurd û koçber dixebite, 10. kongreya xwe ya asayî lidar xist. Di kongreya duh de xebatkarên weqfê û dost lê amade bûn.

Kongre bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Uta Schneiderberg, Ekîn Ceren Dogrûak,, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û Sêvê Demîr, Fatma Ûyar, Pakîze Nayir, destpê kir. Axaftina vekirinê ji aliyê rêveberiya UTAMARA Sevîm Polat ve hat kirin.

'TÊKOŞÎNA JINÊ HERDEMÎ YE'

Polat da zanîn, ku ev deh sal in saziya wan ji bo pêşvebirina ruhê jiyana hevpar a ji bo jinan, roleke perwerdekar lîstiye û got, "Bêguman berdêla azadiyê heye. Jin bi xebatê, bi dayîna berdêlên herî giran re qadên cuda yên jiyanê vedikin. Ev rewşeke herdemî ye. Jinên Kurd jî bi vî rengî têkoşîna xwe herdemî dikin. Ji bo Kurdistanê xwedî wateyeke gelekî mezin e."

Di kongreyê de nûnerên Lêkolînên Jinê CENÎ, Weqfa Jina Azad a Rojava, Saziya Malbatên Şehîdan a Kurdistanê axivîn. Axaftina girtinê jî ji aliyê ji beşdaran Şukran Sîncar ve hat kirin.

WEQFA UTAMARA

Gerîlaya têkoşîna azadiyê Amara-Ekîn Ceren Dogrûak û aktîvîst-dosta Kurd Uta Scheidenberg di 31'ê Adara 2013'an de li nêzî bajarokê Keladizê yê Başûrê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest dabûn. Ji bo bîranîna wan, jinên Kurd û koçber Weqfa Jinê ya UTAMARA vekiribûn.

...