Li Hambûrgê şîdeta li dijî jinê bi dansê hat protestokirin

Bi armanca şermezarkirina şîdeta li hemberî jinê ya li tevahiya cîhanê, li bajarê Elmanya Hambûrgê xwepêşandana "One Billion Rising" (Yek mîlyar bilind dibe) hat lidarxistin.

Di xwepêşandanê de bi sedan jinan li derve dans kirin. Jinên Kurd jî beşdarî çalakiyê bûn û bal kişandin ser kuştina jinan li Kurdistanê.

Xwepêşandana "One Billion Rising" (Yek mîlyar bilind dibe) her sal di 14'ê Sibatê de li gelek metropolên cîhanê bi hevdemî tê lidarxistin. Jin di xwepêşandanê de bi koreografiyên cuda re dansê dikin û şîdeta li hemberî jinê protesto dikin.

Dansa komî ya li Hambûrgê saet di 15:00 de li pira Jûngfernstîegê destpê kir. Endamên Meclîsa Jinê ya Rojbîn, ku ji bo dawîanîna li wehşeta li Cizîrê her roj çalakiyên cuda lidar dixe, bi wêneyên jinên ji ber êrîşên faşîst ên rejîma AKP'ê ve li Bakurê Kurdistanê hatin qetilkirin, beşdarî xwepêşandanê bûn û bal kişandin ser van cînayetên li Kurdistanê.

...