Ji Dayikên Aştiyê banga 'Sûr'ê

Li Sêrtê Dayikên Aştiyê li dijî komkujiyan û tecrîda li ser Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin. Dayikan ji bo Sûrê banga lezgîn li raya giştî kirin.

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Sêrtê, ji bo balê bikişînin ser komkujiyên li Cizîr û Sûrê û ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin dest bi greva birçîbûnê ya rojekê kirin. Dayikan li avahiya meclîsa xwe dest bi grevê kirin û li ser xavikên xwe yên spî benda reş girê dan.

Hediye Sûçîn li ser navê dayikan daxuyanî da û tecrîda li ser Ocalan şermezar kir. Sûçîn diyar kir, heta mercên tecrîdê hebin, mirov nikarin qala aştî û muzakereyê bikin. Sûçîn bal kişand ser komkujiyên dewlet li Cizîr û Sûrê dike û got, "Dewleta AKP'ê bajarên Kurdistanê dorpêç kiriye û gel qetil dike."

Dayika Aştiyê Teybet Tekîn jî da xuyakirin, ku vegotina wehşeta li Cizîr, Sûr û Silopiyayê zehmet e û bibîr xist ku nêzî 200 kes li Sûrê asê mane. Tekîn got, "Yekane berpirsyarê komkujiyên li Kurdistanê Erdogan e. Ji bo li Sûrê komkujiyek mîna Cizîrê neqewimin em bi lezgînî destekê bidin Sûrê."