Saziyên jinan ên li Fransayê dan xuyakirin, ku jinên di dema çalakiya protestokirina komkujiya li Cizîrê de hatin binçavkirin, rastî êrîşên zayendî yên polîsên Fransayê hatin û ev êrîş şermezar kirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya saziyên jinan de hat ragihandin, ku zêdeyî şeş meh in AKP û Erdogan ên ku dewleta Tirk temsîl dikin, li Kurdistan û Tirkiyeyê bi her rê û rêbazên faşîzan êrîşî gelê Kurd dikin.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser wehşeta dewleta AKP'ê ya li hemberî gelê Kurd û bêdengiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û tevahiya sazî û hêzên navneteweyî ya li pêşberî vê komkujiyê hat bibîr xistin.
Daxuyaniyê wiha dewam kir:
"Gelê Kurd vê bêdengiyê qebûl nake. Herî dawî, li hemberî wehşeta li Cizîrê hat kirin, Kurdên li Parîsê dijîn tevî dostên xwe li ber Sefaretxaneya Bilind a Tirk çalakiyeke protestoyî lidar xistin. Di dema xwepêşandan û piştî wê de 33 kes hatin binçavkirin. Hem di dema binavçkirinê de hem jî di wergirtina îfadeyên wan li emniyetê de li mirovên me hatiye xistin, heqaret li wan hatiye kirin. Lê belê jinên hatin binçavkirin ne tenê rastî lêdanê hatin, di heman demê de êrîş û şîdeta zayendî jî li wan hat kirin. Devê hevaleke me ya jin hat şikandin. Li her devera bedena hevaleke me ya din a jin hat xistin. Her wiha ji hemû jinên hatin binçavkirin re gotina 'laşfiroş-fahîşe' û gelek sixêfên giran ên nikarin li vir werin nivîsandin, hatin gotin û heqaret li wan hat kirin. Em van nêzîkatiyên biçûkxistinê qebûl nakin û şermezar dikin. Eşkere ye ev êrîş li hemberî nasnameya me ya jinê hatine kirin. Em van polîtîkayên zayendîparêz qebûl nakin, şermezar dikin. Di serî de saziyên jinan ên Fransayê, jinên Kurd û mirovên dost, em bang li her kesên ji bo cîhaneke bedew û azad têdikoşin dikin, ku bala xwe li ser mijarê bin û xwedî li nasnameya jina azad derkevin."
Rêxistinên mora xwe danîn binê vê daxuyaniyê ev in:
Tevgera Jinên Kurd li Fransayê
Nûnertiya Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê
Komeleyên Jinê yên Zîn
Yekîtiya Jinên Sosyalîst
Meclîsa Jinê ya Ekîn Wan
Komuna Jinê ya Arîn Mîrkan
Meclîsa Jinê ya Zîn
Komuna Jinê ya Zîn a Rennesê
Komuna Jinê ya Zîn a Nantesê
Însiyatîfa Jinên Kurd li Strasboûrgê
Komuna Jinê ya Creîlê
Meclîsa Jinê ya Çîçek Botan