"Komîteya 8'ê Adarê" û jinên Swêdî AKP protesto kirin

"Komîteya 8'ê Adarê" ku her sal bi wesîleya 8'ê adarê li 100 cihên Swêdê panel, konferans, şev û xwepêşandanan birêxistin dike, çalakiyên xwe yên vê salê, bi xwepêşandanek ji bo şermezarkirina dewleta Tirk da destpêkirin.

"Komîteya 8'ê Adarê" ku her sal bi wesîleya 8'ê adarê li 100 cihên Swêdê panel, konferans, şev û xwepêşandanan birêxistin dike, çalakiyên xwe yên vê salê, bi xwepêşandanek ji bo şermezarkirina dewleta Tirk da destpêkirin.

Xwepêşandan li ser banga "Komîteya 8'ê Adarê" ya ji 50 rêxistinên jinan pêk tê, li Meydana Sergel a Stockholmê hat lidarxistin. Nûnerên rêxistinên jinan di axaftinên xwe yên li vir de diyar kirin, ji êrîş û komkujiyên dewleta Tirk li Bakur bi taybetî li Cizîrê dike, herî zêde jin û zarok zerarê dibînin. Qisekeran bang li Yekîtiya Ewropayê û Hikûmeta Swêdê kirin, ku ji bo sekinandina êrîş û komkujiyên dewleta Tirk, bikevin nava hewldanan.

Di çalakiyê de daxuyaniya "Komîteya 8'ê Adarê" ya ji bo şermezarkirina komkujiyên AKP û dewleta Tirk dike, hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku herêmên kurdan ji aliyê leşker û polîsan ve hatine dorpêçkirin, derketina derve lê qedexe ye û hêzên dewletê komkujiyan tînin serê sivîlan.

XWIŞKÊN ME YÊN KURD BI TENÊ NÎNIN

Di dewama daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku li jêrzemînên li Cizîrê bi dehan xwepêşandêrên Kurd bi çeka kîmyewî hatine qetilkirin û hat ragihandin, dewleta Tirk bi 4 hezar leşker û polîsan êrîşî Hezexê dike.

"Komîteya 8'ê Adarê" diyar kir, jinên Kurd ji bo xwe li dijî êrîşên AKP'ê û dewleta faşîst biparêzin û gelê Kurd biparêzin, xwe di nava YPS'ê de bi rêxistin kirine û bi lehengî li ber xwe didin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Weke Komîteya 8'ê Adarê, em komkujiyên dewleta Tirk ên li Cizîr, Sûr, Hezex û wargehên din şermezar dikin û destekê didin xwişkên xwe yên Kurd. Ew bi tenê nînin."

Em pêşniyarê li hemû mirov û rêxistinên aştiyê dikin, ku ji bo êrîşên li hemberî xwişkên me yên Kurd û gelê Kurd bên sekinandin, bikevin nava tevgerê." Di daxuyaniyê de berxwedêrên xwerêveberiyê jî hatin silavkirin.

LI GAVLE CIWANAN BELAVOK BELAV KIRIN

Li bajarê Swêd Gevel jî, komek ji Komîteya Ciwanan a Meclîsa Civaka Demokratîka Kurd, ji bo raya giştî li ser komkujiyên dewleta Tirk li Cizîrê kiriye agahdar bike, li navenda bajêr belavok belav kir.

Di dawiya hefteyê de jî, rêxistinbûyîna bi navê "Operation 1325", bi çalakiyekê re dokûmanterek li ser êrîş û destavêtina li jinên li Lîberya û Kongoyê nîşan da.

Çêkera dokûmanterê Marîka Grîehsel piştî nîşandan dokûmanterê axivî û bal kişand ser wehşeta dewleta Tirk li jinên Kurd dike.

Grîehsel da xuyakirin, ku tazîkirina bedena jinên Kurd ên ji aliyê leşkerên Tirk ve hatine qetilkirin, nayê qebûlkirin û destnîşan kir, ku divê jin û rêxistinên aştîxwaz li hemberî vê barbariyê bêdeng nemînin.

...