Jinan li Wanê komplo protesto kirin

Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê li Wanê bi pêşengiya KJA hat şermezarkirin.

Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengiya Meclîsa Jinên Azad (KJA) ya Îpekyolû li xeraja berê ya arkujiyê daxuyaniyek hat dayîn.

Rêvebera DBP'ê ya Navçeya Îpekyolû Elîf Acar daxuyanî da û bibîr xist, ku ji roja destpêkê ya komployê bi mîlyonan Kurd li dora Rêberê xwe li hev civiyane û hemû cangoriyên bi dirûşma 'hûn nikarin roja me tarî bikin' çalakiya fedaî lidar xistin, bibîr anî.

Acar anî ziman ku Ocalan bi felsefeya azadiyê ya li Îmraliyê afirand re, rêya jiyaneke azad, wekhev û bi hev re nîşanî gelan daye û got, "Bang li tevahiya gelê me dikim, ku têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd, bilindtir bikin."

Acar da zanîn, desthilatdariya gel a li Rojavayê Kurdistanê nîşaneya şênber a pûçkirina komployê ye û got, "Em careke din hêzên komploker bi nefret şermezar dikin. Jiyana azad wê ji sedî sed bi destê berxwedêran ava bibe."

Girseya gel piştî daxuyaniyê bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" belav bû.

...