Koordînasyona PAJK'ê di daxuyaniya xwe ya ji ber 17. salvegera komploya navneteweyî de got, "Tola mirovên me yên sivîl ên li jêrzemînên Cizîrê, ji ber ku tercîha xwe li aliyê azadiyê kirine bi bomberdûman û şewitandina bi benzînê re hatin qetilkirin, wê ti carî li erdê nemîne. Ew nûnerên Kurdên leheng in, ku li şûna teslîmiyetê, şehadeta bi rûmet hilbijartin e."
Koordînasyona PAJK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bibîr xist, Komploya 15'ê Sibatê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sala 17. temam kiriye û ketiye sala 18. Koordînasyona PAJK'ê di salvegera 18. a komployê de, hemû hêzên komploker ên di nava komployê de cih girtine lenet kir û got, "Heta Rêberê me azad bibe û em ji komplokeran tolê hilînin, wê têkoşîna bi xurtî bidome. Em hevrêyên xwe Rojbîn, Berwar, Binevş, Rotînda, Kurdê, Tayhan, Şaristan, Zîn, Bêrîtan, Rozerîn, Xebat, Akîf û Felat ên bi şiyara 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' çalakiya fedaî pêk anîn û bûn xeleke ji agir li dora Rêbertî, bi rêzdarî bibîr tînin. Wan rê û rêbazên têkoşîna li dijî komloyê afirandin û nîşan dan. Di sala 18. a komployê de, li hemberî êrîşên li dijî gelê Kurd tê kirin, têkoşînek bi sekna xeta fedaî divê. Weke Partiya Jinên Azad di salvegera komployê de em soza xwe dubare dikin, heta azadiya Rêberê me, di serî de hevrêyên xeta fedaîtiyê afirandin, em ê bi ronahiya hemû şehîdên xwe re têkoşîna xwe bilind bikin.
Komploya 15'ê Sibatê bi hevkariya hemû hêzên navneteweyî yên dixwazin Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin û di nava xwe de parve bikin, hatiye kirin. Bi erêkirina serkêşê hegemonya cîhanê Amerîkayê re, bi plana Îngilîstanê re, bi îstîxbarata Îsraîlê re û helwesta dostaniya sexte ya Yewnanîstanê re komplo hatiye birêxistinkirin û meşandin. Di encama vê komloya bi hevkariya hêzên navneteweyî pêk hat de, Rêberê me radestî Tirkiyeyê hat kirin û bi vî rengî zemîna şerekî dijwar di navbera gelan de hat amadekirin. Rêberê me komplo di kêliya destpêkê de pûç kir û bi helwesta xwe ya aştîxwaz re pêşî li şer girtiye."
Koordînasyona PAJK'ê da xuyakirin, ku hêzên komploker di nava 17 salan de ji bo bi pêş de biçin û konsepta xwe pêk bînin serî li gelek pêkanînan dane, lê hemû ji aliyê Ocalan ve hatine pûçkirin û wiha dewam kir: "Ji zexta psîkolojîk heta tecrîda di nava tecrîdê de, ji şîdeta fîzîkÎ heta jehrîkirinê, hemû rêbaz hatin bikaranîn. Rêberê me li hemberî van hemûyan berxwedaneke mezin nîşan da, bi hişyarî û baldariyeke mezin ev hemû pûç kir. Di 17 salên li Îmraliyê de, tevî şert û mercên zehetm jî Rêberê me weke afirînerê aştiyê, ji bo avakirina aştiyê xebitî. Rêberê me, avakirina aştiyeke mayînde û bi rûmet a gelan weke pêwîstiya bingehîn a pûçkirina komployê dît.
Perspketîfa şaristaniya demokratîk a Rêberê me, hemû şaristaniyên serdest analîz dike û jiyaneke azadî û alternatîf pêşkêş dike. Nasnameya Kurdê azadî û avakirina neteweya demokratîk, ku pratîkbûyîna vê bîrdoziyê ye, ewçend bi îdîa ye ku dikare ji tevahiya gelên Rojhilata Navîn û cîhanê re bibe modela azadiyê. Şoreşa Rojava, berxwedana Kobanê û berxwedana xwerêveberiye ya li Bakurê Kurdistanê nîşaneya mezinbûna vî agirê azadiyê ye. Gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê bi berxwedaneke bi heybet re mora xwe li dîrokê dixe. Ev ruhê berxwedanê tirs û xofeke mezin dixe dilê hêzên serdest. Êrîşa hovane ya li hemberî şoreşa Bakurê Kurdistanê nîşaneya tirsa Erdogan û AKP'ê ji Kurdên azad e.
Di van rojên em ketine sala 18'an a komployê de, heman hêzên navneteweyî dixwazin komployê derxînin asta herî bilind. Li pêş çavên tevahiya cîhanê, çeteyên AKP'ê komkujiyê dikin, mirovên birîndar bi zindî dişewitînin, qetil dikin. Cîhan hemû jî bi rola sê meymûnan re lê temaşe dike. Tayyîp Erdogan roj bi rok bi komkujiyan re dîktatoriya xwe nîşan dide, lê cîhan li qetilkirina Kurdan temaşe dike. Bi tenê wateyek vê heye; pêkanîna vê komkujiyê biryara hevpar a hêzên serdest e. Hêzên komploker, dîktatoriya Erdogan li ser bingeha tinekirina Kurdên azad, erê kirine. Di nava vê meha Sibatê de hêzên komploker caerke din rûyê xwe yê xayîn û qetlîamker nîşan dane."
Koordînasyona PAJK'ê diyar kir, komkujî ji bo şikandin û teslîmgirtina vîna gelê Kurd bi rêbazên herî hovane tê meşandin, lê ev yek bi awayekî berevajî; vîna gelê Kurd bêhtir xurt dike û hesta tolhidanê djiwar dike. Koordînasyonê got, "Tola van komkujiyan, ne wê li cem Erdogan û çeteyên wî, ne jî li cem hêzên ev komkujî erê kirine, bimîne. Tola mirovên me yên sivîl ên li jêrzemînên Cizîrê, ji ber ku tercîha xwe li aliyê azadiyê kirine bi bomberdûman û şewitandina bi benzînê re hatin qetilkirin, wê ti carî li erdê nemîne. Ew nûnerên Kurdên leheng in, ku li şûna teslîmiyetê, şehadeta bi rûmet hilbijartin e. Şervanê YPS'ê yê heta fîşeka xwe ya dawî li dijî qetlîama çeteyên AKP'ê li ber xwe da û fîşeka dawî bi xwe de teqand, ruhê fedaî yê di şexsê Cizîrê de şênber bûye, nîşan dide. Sembola sekna bi rûmet a Cizîrê ye. Di şexsê wî de xeta fedaîtî û berxwedanê ya YPS û YPS Jin şênber bûye.
Hilanîna tola komkujiyan ji çeteyên AKP'ê êdî meseleyeke rûmetê ye. Her kesên xwedî rûmeta Kurdîtiyê, her kesên xwedî rûmeta însanetiyê, divê li dijî van komkujiyan çalakiyan lidar bixin. Dem dema hilanîna tola komkujiyan bi berxwedanê re ye. Berxwedan tê wateya avakirina azadiyê. Berxwedan, parçekirina esareta Rêber Apo ye. Rêbaza çalakiyê ya serdemê, rêbazeke ku AKP û hemû hêzên komploker poşman dike ye. Îdîa û israra azadiyê ya gelê Kurd xwedî wû qudretê ye, ku dikare hemû planên gemarî yê komplokeran pûç bike. Di serî de jin û ciwan divê tevahiya gelê me tola komkujiyan hilîne, li ser bingeha mezinkirina berxwedana xwerêveberiyê re bikeve nava tevgerê, bi çalakiyên xwe re dewleta TC, Erdogan û çeteyên AKP'ê poşman bike. Pêwîste komploya 15'ê Sibatê û komkujî ji wan re nemîne.
Di van rojên salvegera komploya navneteweyî de, em hemû şehîdên xwe yên li dora Rêberê me bi çalakiyên fedaî re xeleke ji agir çêkirin, careke din bi rêzdarî bibîr tînin. Em careke din hemû komplokeran lenet dikin û soza xwe dubare dikin, ku em ê wan di nava vê tarîtiya wan afirandine de bitefisînin."