Girtiyên jin komkujiyên li Kurdistanê şermezar kirin

Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Tîpa M ya Gebzeyê tên ragirtin, komkujiyên li Kurdistanê şermezar kirin û an xuyakirin, ku ji bo destekkirina berxwedana gel wan li girtîgehê dest bi çalakiyên dengderxistinê kirine.

63 girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Tîpa M ya Gebzeyê tên ragirtin, komkujiyên li Kurdistanê tên kirin bi çalakiya dengderxistinê şermezar kirin. Bi vê çalakiya jinan a dengderxistinê re îdareya girtîgehê dest bi lêpirsînan kir. Jinan bi nameyekê re bal kişandin ser çalakiya xwe û gotin, "Em destekê didin berxwedana mafdar a gelê xwe. Ev hefteyeke ji bo nîşan bidin li dijî zilmê ne û em li cem berxwedana gelê xwe ne, em li deriyan dixin û dirûşmeyan diqîrin."

Girtiyan dan zanîn, ku beriya vê çalakiyê ew ji bo sê rojan ketine greva birçîbûnê û gotin, "îdareya girtîgehê li hemberî çalakî û dirûşmên me yek bi yek lêpirsîn vekir. Her wiha der barê greva birçîbûnê de lêpirsîn vekir."

Girtiyên jin her wiha dan xuyakirin ku wan ji bo tevkariya li avakirina Kobanê alîkariya ji 4 hezar TL berhev kirine.