KJA: Em li hember qetlîamê seknek şoreşgerî nîşan bidin!
Kongreya Jinên Azad (KJA) têkîldarî qetlîamê daxuyanî da.
Kongreya Jinên Azad (KJA) têkîldarî qetlîamê daxuyanî da.
KJA daxuyaniyek nivîskî da wiha got: “Hikûmeta AKP’ê û Gladyoya Qesrê bi mehan e bi dorpêçên mirinê ve li Kurdistanê qirkirinek mirovî pêk tîne. Ev zîhniyeta qetlîamker a di nav de zarok û jin, mirovên sivîl dike hedef, ji 22’ê Çileyê ve ji çûyina mirovên birîndar ên li jêrzemînek li Cizîrê asê manê ve bû asteng û gav bi gav senaryayo qetlîamê amade kiriye. Dema ev pêk dihat jî bi tevahî hêzên navneteweyî li hember vê pêkanîna der mirovahiyê temaşevan man û bûn hevparên vî sûcî.”
‘JIYANA WEKHEV, AZAD Û HEVPAR HAT HEDEFGIRTIN’
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku di serî de malbat tevî saziyên mafên mirovan, rewşenbîr, nivîskar, hiqûqnas û kedkarên tenduristiyê jî tê de hin beşên hestiyar ketibin nav hewldanan jî AKP’ê polîtîkaya xwe ya qetlîamê domandiye.
KJA got, “Saziya nûçeyan a fermî ya dewletê TRT, bi qêrînên serketinê ve nûçeya qetilkirina 60 mirovên sivîl da” û wiha dewam kir: “Di şexsê mirovên sivîl ên hat qetilkirin de bê guman îdîaya jiyanê ya li ser esasê hevparbûn, wekhevî û azadiyê hatiye hedefgirtin. Ya li hember çavên tevahî mirovahî ji bo Agirî, Dêrsim, Zîlan, Mereş, Madimak û Roboskêyek din a li Cizîrê biryar hat dayîn û ket meriyetê konsepta qetlîamê ye.”
‘EM KONSEPTA QETLÎAMÊ VALA DERXIN’
KJA, di dawiya daxuyaniyê de ev bang kir:
“Em vê qetlîama wehşî ya cihê wê di ti nirxên mirovahiyê de tineye bi nefret şermezar dikin. Bi rastiya ku ya di şexsê mirovên sivîl ên di jêrzemîna wehşetê de hat qetilkirin mirovahî ye, em banga sekna şoreşgerî û pratîka ku dikare vê konsepta qetlîamê ya di meriyetê de ye vala derxe li tevahî jinan dikin.”