JIN
Hemû Nûçe
-
6 girtiyên jin ji Wanê hatin sirgûnkirin
6 girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Tîpa M ya Wanê dihatin ragirtin hatin sirgûnkirin. -
Li Munchên çalakiya edaletê dewam kir
Ji bo sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin, li bajarê Munchenê çalakiya edaletê hat lidarxistin. -
Li Sêrtê jinên ciwan ên du roj in winda ne, ji aliyê polîsan hatine rewandin
Derket holê ku 2 jinên ciwan ên 16 û 18 salî yê li Sêrtê 2 roj in winda ne, ji aliyê polîsên Tirk li malekê têne girtin. Piştî agahî belav bû, Emniyeta Sêrtê dosya veşart. -
Li Parîsê çalakiya Edaletê
Li Fransayê bi daxwaza eşkerekirina berpirsên qetlîama Parîsê ya ku ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez hatin qetilkirin, çalakiya ‘Edaletê’ hate lidarxistin. -
KJA êrîşa polîsan a li dijî Remziya Bor a ducanî şermezar kir
Aktîvîstên KJA ya Wanê êrîşa polîsan a li hember Remziye Bor şermezar kir. -
Meclîsên Jinê kongreyên xwe lidar xistin
Meclîsên Jinê yên li bajarên Elmany Darmstadt û Wûppertalê, li bajarê Fransa Strasboûrgê kongreyên xwe lidar xistin. Li Bodensee jî Komeleya Jinê ya RO-SA ava bû. -
Li Marsîlyayê bi armanca balkişandina ser tecrîd û êrîşan çalakiya standê
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi armanca balkişandina ser tecrîda şidandî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan standek hate danîn. Standa ji aliyê Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan hate organîzekirin du rojan dewam kir. -
Malpera JINHA hat girtin
Malpera Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA), cara pêncemîn ji aliyê TÎB'ê ve hat girtin. Xwendevan û aboneyên JINHA dikarin bi rêya vê navnîşanê "jinhanews.com' xwe bigihînin nûçeyên ajansê. -
Zextên li girtiyên jin tên kirin zêde dibin
Hat ragihandin, li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê zextên li girtiyan zêde bûne û zext li wan tê kirin ku biçin koxûşên serbixwe. -
Siyasetmedarên jin sirgûnî Sîncanê hatin kirin
Hevseroka Yekîtiya Rêveberiyên xwecîhî yên Demokratîk Çîmen Işik û endamên Meclîsa DBP’ê yên di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Amedê hatin girtin, sirgûnî Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê hatin kirin. -
Li Parîsê çalakiya edaletê
Ji bo eşkerekirina failên qetlîama Parîsê wek her hefteyê vê Çarşemê jî çalakiya ‘edaletê’ hate lidarxistin. -
Li Kanadayê 'Projeya Malbata Bira' hat destpêkirin
Ji bo piştgirî ji gelê li Bakurê Kurdistanê re bê dayîn, li Kanadayê 'Projeya Malbata Bira' hat destpêkirin. -
Jinên Sosyalîst ji bo 'Kampanya Malbata Bira' banga destekê kirin
Yekîtiya Jinên Sosyalîst berxwedana gelê Kurd silav kir û ji bo 'Kampanya Malbata Bira' banga destekê kir. -
Dayika 3 şehîdan Dayika Direxşan: Ez heqîqetê di vê têkoşînê de dibînim
Dayika 3 şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê Dayika Direxşan Îbrahîm got: “Ez kêfxweş im ku xortekî çeleng dema ji Başûrê Kurdistanê diçe û ji bo gelê xwe li beşeke din a Kurdistanê şehîd dikeve.” -
Hevseroka DBP’ê ya Bajarê Mêrdînê Aysel Erol hate girtin
Hevseroka DBP’ê ya Bajarê Mêrdînê Aysel Erol bi hinceta “Endama rexistinê ye” hate girtin. -
KJA: Em ê hîn bi xurtir xwedî li berxwedana xwe ya azadiyê derkevin
Aktîvîstên KJA' yên li Mêrdînê ji bo şermezarkirina operasyonên qirkirina siyasî daxuyaniyek dan çapemeniyê û destnîşan kirin, ku ew ê bexwedana xwe ya azadiyê xurtir bikin. -
Biryarên 2. Konferansa Jinên Ciwan ên Azad
Biryarên di 2. Konferansa Jinên Ciwan ên Azad de hatin wergirtin, bi raya giştî re hatin parvekirin. -
Siyasetmedarên jin ên Kurd hatin girtin
Ji 16 siyasetmedarên Kurd ên di operasyona li hemberî KJA û Yekîtiya Rêveberiyên Herêmî ya DBP'ê de hatin binçavkirin 5 jê derketin pêşberî dadgehê. Dadgeha dewleta Tirk biryara girtina 4 ji van siyasetmedaran da. -
Ji bo Fadîk Adiyaman were sewqkirin gelo li benda mirina wê ne?
Fadîk Adiyaman a hat xapandin, bi zorê hat sirgûnkirin û li girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê li hucreya yek şexsî tê ragirtin, ji bo sewqî Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ya ku koxûşên siyasî lê hene bê kirin, ev 71 roj di greva birçîbûnê de ye. -
Jinên Elewî 'ji bo xurtkirina demokrasiyê' li hev civiyan
Jinên Elewî, li bajarê Bonnê di çarçoveya projeya 'Jin demokrasiyê xurt dikin' de li hev civiyan. -
Li Kerkûkê semînara li ser mijara şîdeta li dijî jinê
Jinên Ciwan li Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Kerkûkê, li ser mijara zext û şîdeta li Başûrê Kurdistanê li jinê tê kirin, semînerek lidar xistin. -
Jinek li Geverê ji aliyê çeteyên Qesrê ve hate birîndar kirin
Li taxa Yeni ya navçeya Geverê ya Colemêrgê dema jinek derket ser şibatê ji aliyê çeteyên Qesrê ve gule lê reşandin. -
Li Marîgnane Komuna Jinê ya Ekîn Wan hat avakirin
Di çarçoveya pêngava Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) ya bi şiyara "Bila jin bê rêxistin nemîne" hatiye destpêkirin de, komuneke din ava bû. -
Jinên Ciwanên Azad konferansa xwe ya 2. lidar xistin
Jinên Ciwanên Azad, konferansa xwe ya duyemîn bi beşdariya 100 delegeyan pêk anîn. Bermal Botan di axaftina vekirinê de got, "Dem dema azadiya Rêber Apo, dema berxwedan, dema Jinên Ciwanên Azad e." -
'Mîrateya dayika Uveyş ji me re hişt, mîrateya bidestxistina azadiyê bi têkoşînê re ye'
KJK: Mîrateya dayika Uveyşê ji me re hişt, mîrateya tacîdarkirina berxwedanê bi têkoşîneke heybet re ye. Ev mîrate mîrateya jinbûyîn û avakirina jiyana xwe bi destê xwe ye. Ev mîrate, mîrateya bidestxistina azadiyê bi têkoşînê re ye.