Li Marsîlyayê bi armanca balkişandina ser tecrîd û êrîşan çalakiya standê
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi armanca balkişandina ser tecrîda şidandî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan standek hate danîn. Standa ji aliyê Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan hate organîzekirin du rojan dewam kir.
ANF
MARSÎLYA
yekşem, 17 avrêlê 2016, 15:43
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi armanca balkişandina ser tecrîda şidandî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan standek hate danîn. Standa ji aliyê Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan hate organîzekirin du rojan dewam kir.
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan bi armanca balkişandina ser tecrîda şidandî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ku li Kurdistanê didomîne, standek du rojan hate danîn.
Di standa ku wêneyên bajarên di êrîşên qirkirinê de hatine hilweşandin û Kurdistaniyên hatine qetilkirin hatin pêşendan de, êrîşên dewleta Tirk hatin vegotin.
Her wiha êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk bi fîlmekî ji aliyê Meclîsa Jinê hatiye amadekerin ve hate pêşendan. Bi belavokan ve jî bêdengiya dewletên Ewropa yên li beranberî qetlîaman hatin şermezarkirin û bal kişandin ser hevpariya wan a qetlîamê.