Malpera JINHA hat girtin
Malpera Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA), cara pêncemîn ji aliyê TÎB'ê ve hat girtin. Xwendevan û aboneyên JINHA dikarin bi rêya vê navnîşanê "jinhanews.com' xwe bigihînin nûçeyên ajansê.
Malpera Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA), cara pêncemîn ji aliyê TÎB'ê ve hat girtin. Xwendevan û aboneyên JINHA dikarin bi rêya vê navnîşanê "jinhanews.com' xwe bigihînin nûçeyên ajansê.
Di çarçoveya biryara tedbîrê ya Serokatiya Ragihandin û Telekomunîkasyonê (TÎB), malpera Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) hat girtin.
Malpera yekane ajansa nûçeyan a jinê li cîhanê JINHA, cara 5. hat girtin. Herî dawî malpera "jinhahaber.info" ji aliyê TÎB'ê ve hat girtin. Piştî biryara girtina malperê navnîşana "jinhanews.com" hat vekirin û xwendevan û aboneyên ajansê dikarin bi rêya vê navnîşaneyê xwe bigihînin nûçeyên ajansê.