Li Kanadayê 'Projeya Malbata Bira' hat destpêkirin
Ji bo piştgirî ji gelê li Bakurê Kurdistanê re bê dayîn, li Kanadayê 'Projeya Malbata Bira' hat destpêkirin.
Ji bo piştgirî ji gelê li Bakurê Kurdistanê re bê dayîn, li Kanadayê 'Projeya Malbata Bira' hat destpêkirin.
Meclîsa Jinê ya Demokratîk a Alberta da xuyakirin, ku ew vê gavê destekê dide 11 malbatan, lê wê karê xwe bidomînin. Meclîs wê di çarçoveya vê projeyê de rojên pêş civînên gel û pîknîkan lidar bixe.
Di çarçoveya projeyê de li bajarê Montrealê destek ji 30 malbatên li Bakurê Kurdistanê re hat dayîn. Li bajar û eyaletên cuda yên welêt jî, ji bo destekkirina vê proejyê, kar destpê kir.
Meclîsa Jinên Kurd a Demokratîk li bajarê Edmonton ê eyaleta Alberta dixebite.