Jinên Elewî 'ji bo xurtkirina demokrasiyê' li hev civiyan

Jinên Elewî, li bajarê Bonnê di çarçoveya projeya 'Jin demokrasiyê xurt dikin' de li hev civiyan.

Jinên Elewî, li bajarê Bonnê di çarçoveya projeya 'Jin demokrasiyê xurt dikin' de li navenda Jinê UTAMRA li hev civiyan.

Di vî karê perwerdeya ji bo du rojan de Hevseroka Meclîsa Jinên Elewî ya Demokratîk, berdevk û endamên meclîsê û 34 jinên ji bajarên cuda yên Elmanyayê amade bûn.

Di civînê de xurtkirina çanda demokrasiyê ya jinên Elewî, bi hêzkirina vê çandê li nava civakê, cewher û dîroka Elewiyan, xebatên dergahên Elewî yên li Elmanyayê hatin nirxandin.

Jinên Elewî yên tevlî perwerdeyê bûn, du rojan li ser pirsgirêka demokrasiyê nêrînên xwe bi hev re parve kirin.

...