Fadîk Adiyaman a hat xapandin, bi zorê hat sirgûnkirin û li girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê li hucreya yek şexsî tê ragirtin, ji bo sewqî Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ya ku koxûşên siyasî lê hene bê kirin, ev 71 roj di greva birçîbûnê de ye. Adiyaman ku nexweşa tansiyonê û tîroît e, bi bahaneya 'ewlekariya jiyanê" ji aliyê Wezareta Edaletê ve di nava tecrîdê de terkî mirinê hatiye kirin.
Fadîk Adiyaman, tevî Îsmaîl Akkol ê tê îdîakirin yek ji kiryarên sûîqesta Sabanci ye, di 2'ê Sibata 2016'an de hat girtin. Adiyaman a li odeya muşahede ya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê rojekê hat ragirtin, li bendê bû ku wê bişînin koxûşa siyasî, lê hat xapandin û sirgûnkirin. Bi bahaneya hevdîtina bi parêzer re Adiyaman di 5'ê Sibatê de ji vê odeyê hat derxistin, bi zora leşkeran li Rîngê hta siwarkirin û ew birin Girtîgeha Tîpa T ya Tekîrdagê. Li vê girtîgeha ku girtiyeke bi tenê ya siyasî nîne Adiyaman nava tecrîdeke giran de tê ragirtin. Ji hingî ve ji bo sewqî Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê were kirin di greva birçîbûnê de ye. Rêveberiya girtîgehê ragirtina wê li nava tecrîdê bi bahaneya 'ewlekariya jiyanê' pênase dike. Lê rewşa tenduristiyê ya Adiyaman roj bi roj xera dibe. Ev 71 roj in di greva birçîbûnê de ye û ji ber vê yekê nikare bi rêk û pêk dermanên xwe bixwe, lewma pirsgirêkên dil, tansiyonê rû didin xwîn ji bêvila wê tê.
'XWÎN JI BÊVILA MIN TÊ, MEDÊ MIN DIXELE, EZ GÊJ DIBIM'
Adiyaman di nameya xwe ya dawî de li ser rewşa tenduristiya xwe û mercên lê tê ragirtin de ev agahî dabû: "Ev der girtîgeheke bi giranî girtiyên mêr lê tên ragirtin e. Bi giştî bi qasî hezar girtî hene. Ji van bi tenê 50-60 jin in. Ew jî di nava sîstema koxûşê de dimînin. Nahêlin ez ti ji wan bibînim. Danê sibehê saet di 07:00 de deriyê hucreyê vedikin û êvarê saet di 17:00 de digirin. Li hucreya ez lê têm ragirtin li deriyê wê cameke ji 10x10 cm heye. Ji wê derê bi şev û roj bi tenê 15 deqeyan dikarim li derve binêrim. Ben an jî tiştên mîna wê nadin min. Ji min re dibêjin, 'eger nîşan bidim ku ez girtiyeke baş im, wê bidin min'. Di vê navberê de cezayê destpêkê yê dîsîplînê li min birîn. Ji ber ku di greva birçîbûnê de me, tevlîbûna li nava aktîvîteyan ji bo mehekê li min hatin qedexekirin. Jİ ber greva birçîbûnê tansiyona min gelekî bilind dibe. Xwîn ji bêvila min tê, medê min dixele, ez gêj dibim."
BUROYA HIQÛQÊ YA GEL: HEWL DIDIN MUWEKÎLA ME BIKUJIN
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gel jî bibîr xistin, ku daxwaza muwekîla wan a ji bo sewqkirina Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê hêsan û pêkan e. Parêzeran bal kişandin ser asta krîtîk a greva birçîbûnê gihaştiye û gotin, "Bi bahaneya 'ewlekariya jiyanê' hewl didin muwekîla me bikujin'." Parêzeran destnîşan kirin, ku ji jiyana muwekîla wan Fadîk Adiyaman rêveberiya girtîgehê, Wezareta Edaletê û hemû saziyên AKP/dewletê berpirsyar in.