Direxşan Îbrahîm ji Başûrê Kurdistanê ye û dayika 3 şehîdan e. Navê zarokên wê yên di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane; Hîwa, Siyamend û Brûsk Cemal Sabîr ên bi nasnav Şahîn, Qanî û Bakur in. Li ser şehîdbûna kurê wê Bakur Cîlo ku di 5’ê Nîsanê de li herêma Şêx Meqsûd a Helebê jiyana xwe ji dest da, serbilindiya xwe ya bi şehîdbûna kurê xwe anî ziman û wiha got: “Destpêkê sersaxiyê ji bo hemû gele Kurd û Rêber Apo dixwazim, Bakur tenê zarokê min nîne, zarokê hemû gelê Kurd e. Ez bi zarokên xwe serbilind im.
Serbilind im bi keç û xortên ku ji bo azadiya gelê xwe têdikoşin û li ber xwe didin. Dijminê gelê Kurd di kuştin, tecawiz , êşkence û tinekirina gelê me de paşde gav navêtiye. Ji bo vê jî ez serbilind im ku zarokên min li hemberî dijminekî wisa canê xwe feda kirine. Canê wan ne ji bo berjwendiyên şexsî, pere û qoltixan e. Zarokên min ên şehîd, nirxeke herî mezin ya manewî ye ji bo me. Divê her kes xwedî li nirxên gelê xwe derkeve.
Eger îro em şehîd nedin û eger em kedê nedin, xwe feda nekin, wê dijmin zêdetir malên me kavil û wêran bike, zêdetir bi aqilê civak û ciwanên me bilîzin. Daxwaz li gelê Kurd û her çar beşên Kurdistanê dikim, rabin ser pê û bêjin êdî bes e koletî, bes e êdî gel xapandin û bes e berjewendiyên şexsî û qoltixan, bes e êdî jiyaneke rezîl a di bin kontrola dijmin de ku wan mîna maşeyekê bi kar tînin. Eger em kedê bidin em ê gav bi gav ber bi serkeftinê biçin, lê eger dijmin bi aqilê me bilîze, gav bi gav em ê bi paş ve biçin. Hêrsa kurên min û ya herî dawî şehîd Bakur, zarokên min û êdî ne tenê yê malbatekê, bûne zarokê hemû gelê Kurd. Ez kêfxweş im ku xortekî çeleng dema ji Başûrê Kurdistanê diçe û ji bo gelê xwe li beşeke din a Kurdistanê şehîd dikeve. Ev îsbata guhertineke mezin e di nava Kurdan û îşareta hişyarbûneke di asteke bilind de nîşan dide. Ji dijminan re dibêjin ‘ez dibim stirî di çavên we de û wê serkeftin ji bo gel û tevgera me be’. Dereng an jî zû gelê me wê ji destê wan dagirker û dijminan azad bibe û şermezarî ji bo wan ên tenê ji bo pere, kursî û berjwendiyên xwe, gelê xwe difiroşin an gelê xwe bi hêsanî bi destê dijmin didin kuştin.
Dîrok wê ji ti kesêkî şerm neke, ew kes û aliyan wê çawa bersiva dîrokê bidin? Te eger xizmet ji gelê xwe re kiribe wê dîrok binivîse. Eger şaş nêzî gelê xwe jî bibe wê dîrok dîsa binivîse û wê bibe lekeyeke reş li eniya wan kes û aliyan. Ji bo wê jî daxwazê li hemû gelê me dikim ku nebin asteng di pêşiya keç û xortan. Dayik û bav divê gelê xwe biparêzin, her li kû derê gelê me ji bo mafê xwe yê xweserî, federalî têbikoşe, divê em xwedî lê derkevin û li hemberî dijminê ku dijêtiya wan mafan dike bisekinin. Îro gelê me xwedî îrade ye. Îrade jî çeka herî bi hêz e. Dijmin nikare îradeya vî gelê 40 miliyonî desteser bike. Roja serkeftinê tê. Serkeftin a gelê me ye. Ez weke dayikekê çeperan bi şeref dibînim. Şeref ew e ku em di çeperan de bin, gel û welatê xwe biparêzin. Kurdistan yek e, divê were zanîn ku parçebûn encama zîhniyeta dijmin e. Werin em destên xwe bidin destên hev û ala serkeftinê li her derê Kurdistanê rakin.”
Dayika Direxşan axaftina xwe wiha dewam kir: “Dema Bakur berê xwe da çiyayên Kurdistanê ji min pirsî û got, ‘Dayê ez diçim, tu çi dibêjî?’ Min jê re got dema tu diçî divê qet xiyanetê neke. Li kû derê êrîş hebe li ser gelê Kurd, divê tu li wir bî.”
Dayikê li ser taybetmendiyên Şehîd Bakur jî gotinên wiha derbasî dîrokê kir: “Ew ji ber ku pir bi ciwantî tevlî refên gerîla bû, gelekî dihat hezkirin û ew bi xwe jî kesekî rûgeş û mirovekî xwe asoyeke fireh bû di jiyanê de. Hezkirina wî pir mezin bû ji bo xweza, mirov û welat. Di aliyê raman de pir kûr û fireh difikirî. Ez weke dayikekê min dema dît ku bav û kalên me tiştên baş ji me re nehiştine ji bo ku em azad bijîn, min got ez nabim asteng li pêşiya têkoşîna kurê xwe. Ji ber ku nifşên wê werin, wê me efû nekin. Ji bo vê jî min ew pîroz kir dema tevlî têkoşînê bû.”
Dayika Direxşan wiha dirêjî da gotinên xwe: “Dema min heval Bakur pîroz kir ji bo tevlîbûna wî, wî jî min pîroz kir ku ez dayika wî me.”
Dayika Direxşan herî dawî ev axaftin bi lêv kirin: “Tevgera me berovajî tevgerên din ên derbe xwarine û têkçûne, mîna dermanê hemû pirsgirêkan, ne tenê ji bo gelê Kurd, lê ji bo hemû gelên din. Min herî dawî ji kurê xwe re got ‘ez heqîqetê di têkoşîna we de dibînim û pê re serbilid im, ji bo min şerefeke mezin e. Ez dayika we me ku xiyanetê li gelê xwe nakim. Ev sermayeya herî mezin e ji bo me.’”