Li Marîgnane Komuna Jinê ya Ekîn Wan hat avakirin

Di çarçoveya pêngava Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) ya bi şiyara "Bila jin bê rêxistin nemîne" hatiye destpêkirin de, komuneke din ava bû.

Jinên Kurd ên ku li bajarê Fransa Marîgnane ev saleke xebatên xwe bi rengê însiyatîfê dimeşînin, duh bi kongreyekê re Komuna Jinê ya Ekîn Wan damezrandin.

Di kongreyê de, ji bo bersiv ji pêdiviyên civakî, çandî û siyasî re were dayîn Komuna ji 4 komîsyon û 22 kesan hat avakirin.

Di kongreyê de komîsyonên rêxistinbûyîn, têkiliyên derve, çand, perwerde û civakî hatin avakirin.

Nûnera TJK-E di kongreyê de li ser pêvajoyê û xebatên tên meşandin de beşdar agahdar kir.

Dûre nîqaş li ser wate û girîngiya rêxistinbûyîna komunê hatin meşandin. Kongre bi hilbijartina rêveberiya nû re bi dawî bû.

...