Li Parîsê çalakiya Edaletê

Li Fransayê bi daxwaza eşkerekirina berpirsên qetlîama Parîsê ya ku ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez hatin qetilkirin, çalakiya ‘Edaletê’ hate lidarxistin.

Çalakiya edalet û heqîqetê ya li ser banga Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), vê hefteyê jî di pêşengiya meclîsa gel a Navenda Civaka Demokratîk a Le Mûreaûx a herêma Normandîayê hate lidarxistin û SKB’yiyan jî cihê xwe di çalakiyê de girtin.

Çalakiya ku li pêşiya avahiya Parlamentoya Fransayê pêk hat, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Têkildarî qetlîamê belavok hatin belavkirin, daxwaza ronîkirina hêzên tarî yên li pişt qetlîamê hate dûbarekirin.

Çalakî bi dirûşmên “Em hemû Sakîne ne, Fîdan û Leylan ne” û “ Em edaletê dixwazin” bi dawî bû.

...