Li Kerkûkê semînara li ser mijara şîdeta li dijî jinê
Jinên Ciwan li Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Kerkûkê, li ser mijara zext û şîdeta li Başûrê Kurdistanê li jinê tê kirin, semînerek lidar xistin.
Jinên Ciwan li Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Kerkûkê, li ser mijara zext û şîdeta li Başûrê Kurdistanê li jinê tê kirin, semînerek lidar xistin.
Jinên Ciwan li Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Kerkûkê, li ser mijara zext û şîdeta li Başûrê Kurdistanê li jinê tê kirin, semînerek lidar xistin.
Semîner ji aliyê Tevgera Keçên Ciwan ên Welatparêz ve hat lidarxistin û gelek xwendekarên Tipê beşdar bûn. Aktîvîsta jinê Roza Tatanî li vir peyivî û anî ziman, çavkaniya zêdebûna şîdeta li dijî jinê li Başûrê Kurdistanê, zêdebûna zewaca di emrê 14-25 salî de ye.
Tatanî di dewama axaftina xwe de bal kişand ser bîlançoya şîdeta di nava 10 mehên sala 2015'an de li Başûrê Kurdistanê li jinan hatiye kirin û got, "Bêguman li Başûrê Kurdistanê gelek pirsgirêk hene. Lê belê pirsgirêka sereke şîdeta li hemberî jinê ye. Di nava 10 mehên derbasbûyî de 108 êrîşên zayendî hatin kirin. 6348 jinan gilî kirin ku şîdet li wan hatiye kirin. 104 jinan xwe şewitandin, 170 jin ji aliyê xizmên xwe ve hatin şewitandin, 60 jinan întixar kirin, 50 jin hatin kuştin. Ev daneyên fermî ne."
Roza Tatanî da zanîn, ku zewaca di emrê zarokatiyê de şîdeta li hemberî jinê zêde kiriye û got, "Rêjeya zewicandina di emrê zarokatiyê de li Başûrê Kurdistanê ji sedî 15 zêde bûye. Ji sedî 58 ê mirovên di nava 10 mehên dawî de li Başûrê Kurdistanê zewicîne, zarok in."
'BI MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ RE EM DIKARIN PÊŞÎ LI ŞÎDETÊ BIGIRIN'
Tatanî destnîşan kir, ku heta zîhniyeta mêr a li Başûrê Kurdistanê neguhere, bi naskirina hin mafên şexsî re şîdeta li hemberî jinê naqede û axaftina xwe wiha dewam kir: "Li Başûrê Kurdistanê jin xwe dikujin, tên kuştin. Siyaset bi mejiyê serdest ê mêr tê meşandin. Ev siyaseta vîna jinê ji nedîtî ve tê. Li parlamentê gelek parlamenterên jin hene, gelo kîjan ji wan bêyî rastî zextê bê dikare bi vekirî mafên jinê bixe rojeva parlamentê? Bi taybetî weke jinên ciwan divê em feraseta xwe ya têkoşînê biguherînin. Divê em nîşan bidin ku weke jinan mafê me jî bi qasî yê mêran heye û dixwazin bi awayekî wekhev bijîn. Dibe ku malbatên gelek ji me ji aliyê şexsî ve hin azadiyên me nas kirine. Lê belê em qala zîhniyeta serdestiya mêr dikin, ku şîdet û kuştina jinan xwe ji vê xwedî dikin. Heta ku li hemberî vê zîhniyetê têkoşîn neyê meşandin, wê şîdet li her derê derkeve pêşiya me. Malbata me şîdetê nake, lê belê dibe ku ew zîhniyet li her derê derkeve pêşiya me. Zîhniyeta mêr a heyî û şîdeta li hemberî jinê bi têkoşînê re dikarin bên astengkirin."