KJA êrîşa polîsan a li dijî Remziya Bor a ducanî şermezar kir
Aktîvîstên KJA ya Wanê êrîşa polîsan a li hember Remziye Bor şermezar kir.
Aktîvîstên KJA ya Wanê êrîşa polîsan a li hember Remziye Bor şermezar kir.
Aktîvîstên KJA ya Wanê êrîşa polîsan a li hember Remziye Bor şermezar kir.
Ji bo Remziya Bor a ducaniya 7 mehan bû ku du roj berê bi guleya polîsan li Taxa Xaçortê bi giranî birîndar bû, li Avahiya Rêxistina HDP’a Wanê daxuyaniya çapemeniyê hate lidarxistin.
Di daxuyaniyê de Hevseroka HDP’a Wanê Gulîstan Orhan, Cîgira Hevseroka DBP’a Wanê Nazmiye Acar û aktîvîstên KJA’yê cihê xwe girtin.
Di daxuyaniya çapemeniyê de Acar axivî, wiha got: “Hevala me Remziye di nava rojê de li mala xwe ji aliyê polîsan hatiye hedefgirtin. Niha kî wê hesabê vê bide? Exlaqê şer jî heye, lê wisa li wan kirine ku bêyî bibêjin zarok, jin, kal kî dikeve ber wan lê didin. Têkîldarî mijarê hevalên me li nexweşxaneyê ne, em jî diçin û tên. Lê, tu dibêjî qey sûcdar Remziya Bor e, nexweşxane dorpêç kirine û ne bi Remziye Bor ne jî bi malbata wê re nahêlin em têkîliyan deynin. Em wek KJA, banga hesabdayinê li berpirsan dikin. Çekên xwe ji ser gelê sivîl bikşînin! Em êrîşa li dijî Remziye Bor şermezar dikin.