Li Amed, Dîlok, Wan û Enqereyê, di operasyonên hevdemî yên li hemberî avahiyên Kongreya Jinên Azad (KJA), Yekîtiya Rêveberên Herêmî ya DBP'ê û gelek navnîşanan de 16 siyasetmedarên Kurd hatibûn binçavkirin. 5 ji van siyasetmedaran duh birin edliyeyê. Dozgeriya dewleta Tirk bêyî ku îfadeya 5 siyasetmedarên Kurd bigire, ji bo werin girtin yekser radestî dadgehê kir. Dadgeha dewleta Tirk jî biryar da Hevseroka Yekîtiya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratî Çîmen Işik, endamên Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Pero Dundar û Olcay Kanlibaş û endama KJA'yê Zozan Toprak were girtin. Xebatkara GABB'ê Seher Tumer jî hat berdan.
4 siyasetmedarên Kurd ên hatin girtin, şandin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê.
11 siyasetmedarên Kurd ên hatin binçavkirin jî hînê li emniyetê tên ragirtin.