Li Munchên çalakiya edaletê dewam kir
Ji bo sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin, li bajarê Munchenê çalakiya edaletê hat lidarxistin.
Ji bo sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin, li bajarê Munchenê çalakiya edaletê hat lidarxistin.
Li bajarê Elmanya Munchenê, ji bo jinên şoreşger ên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez çalakiya edaletê hat lidarxistin.
Çalakiya ku ji aliyê Komuna Jinên Kurd a SARA û Ciwanên Azad ve hat organîzekirin, li pêşiya Konsolosxaneya Fransayê hat lidarxistin.
Di çalakiyê de wêneyên her sê jinên şoreşger û pankarta bi nivîsa 'bêdengiya we tê wateya hevkariya we' hatin bilinkirin.
Her wiha di çalakiyê de bang li hikûmeta Fransayê hat kirin ku kiryaran eşkere bike. Di çalakiyê de belavoka bi Elmanî hat xwendin û hat belavkirin.