Meclîsên Jinê kongreyên xwe lidar xistin
Meclîsên Jinê yên li bajarên Elmany Darmstadt û Wûppertalê, li bajarê Fransa Strasboûrgê kongreyên xwe lidar xistin. Li Bodensee jî Komeleya Jinê ya RO-SA ava bû.
Meclîsên Jinê yên li bajarên Elmany Darmstadt û Wûppertalê, li bajarê Fransa Strasboûrgê kongreyên xwe lidar xistin. Li Bodensee jî Komeleya Jinê ya RO-SA ava bû.
Meclîsên Jinê yên li bajarên Elmany Darmstadt û Wûppertalê, li bajarê Fransa Strasboûrgê kongreyên xwe lidar xistin. Li Bodensee jî Komeleya Jinê ya RO-SA ava bû.
DARMSTADT
Li bajarê Elmanya Darmstadtê Meclîsa Jinê ya Roza sêyemîn kongreya xwe ya asayî lidar xist. Li dû deqeyeke rêzgirtinê, rewşa dawî ya siyasî û rapora karê salekê hatin nirxandin. Beşdaran bal kişandin ser kêmasiyên di mijara xwedîderketina li berxwedana xwerêveberiyê de derketin holê û hat ragihandin, ku divê ev kêmasî di dema pêş de dubare nebin.
Di axaftinan de xwedî li berxwedana xwerêveberiyê hat derketin û êrîşên çeteyên Qesrê hatin şermezarkirin. Beşdarên kongreyê berxwedana Sarayan Sêvêyan, Pakîzeyan kirin û diyar kirin, divê bi şiyara 'Eger Botan bi ser keve wê mirovahî bi ser keve' dest bi karên xwe yên dema nû bikin û rêxistinbûyînê mezin bikin. Her wiha banga tevlîbûna li projeya 'Malbata Bira' hat kirin.
Di dawiya kongreyê de tevî hevserokan, komîsyonên civakî, çapemenî, perwerde, çand û rêxistinbûyînê yên meclîsê hatin hilbijartin.
WÛPPERTAL
Li bajarê Elmanya Wûppetalê, Meclîsa Jinê ya Viyan kongreya xwe ya 8. lidar xist. Konger bi beşdariya gelek kesî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Wûppertalê pêk hat. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên berxwedana axwerêveberiyê, ji berdevkên YJK Elmanya Ayten Aslaner axivî û bal kişand ser rê û rêbazên rêxistinbûyîna dema pêş a jinên li Wûppertalê.
Kongre bi xwendina rapora karê salekê dewam kir û meclîsa jinê ya ji 45 kesan hat hilbijartin. Ji bo berdevkiya meclîsê jî Fatma Ozer, Zeynep Guner û Sevgî Bozkûrt hatin hilbijartin.
BODENSEE
Li bajarê Elmanya Bodensee jî Komeleya Jinê ya RO-SA ava bû. Şeva ragihandina komeleyê bi şiyara "Tu jî tevkariyê li saziya me bike" bi beşdariya zêdeyî 300 kesî pêk hat. Di axaftinên li vir de girîngiya vê saziyê ji bo rêxistinbûyîna jin û ciwanan hat ragihandin. Hat destnîşankirin ku di nava navê saziyê de RO işaretê bi Rosa Luksemboûrg, SA jî Sakîne Cansiz temsîl dike. Di şevê de Koma Rosa, koma Dûran Mendes, Bêrîvan Arîn û Grûp Nûras derketin ser dikê.
STRASBOÛRG
Jinên Kurd ên li bajarê Fransa Strasboûrgê dijîn, Komuna Jinê ya Şehîd Armanc îlan kirin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê hevseroka Meclîsa Gel a Strasboûrgê Derya Hiz axaftina vekirinê kir. Hiz got, "Jin bi vîna xwe re di rêxistinbûyînê de îro gaveke din a mezin avêtiye" û bal kişand ser berxwedana xwerêveberiyê.
Li dû axaftina nûnera TJK-E, Berdevka Komîsyona Jinê Guley Ogûz û Berdevka Ciwanan Gokçe, rêziknameya komunê hat xwendin û erêkirin. Her wiha komîsyonên rêxistinbûyîn, ciwan, têkiliyên derve û PYD'ê hatin destnîşankirin. Ji bo Bewrdevkiya Komuna Jinê ya Şehîd Armanc Guley Ogûz û Derya Hiz hatin hilbijartin.