Zextên li girtiyên jin tên kirin zêde dibin

Hat ragihandin, li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê zextên li girtiyan zêde bûne û zext li wan tê kirin ku biçin koxûşên serbixwe.

Li gorî agahiyên ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz hatin wergirtin, girtiyên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, ji bo şuştina kincên xwe ji kantînê teştê dikirin, lê rêveberiya girtîgehê astengiyê derdixîne pêşiya wan. Normal her girtî dikarin teştekê bikire, lê belê îdareya girtîgehê serê 7 girtiyan teştekê dide wan.

Li aliyê din, girtiyên nû yên dixwazin derbasî koxûşa siyasiyan bibin, rastî gef û zexta îdareyê tên. Îdareya girtîgehê bi gotina "Eger hûn derbasî koxûşa siyasî bibin, hingî wê eşkere bibe ku hûn endamê rêxistinê ne" dixwaze girtiyan bixe koxûşên serbixwe.