Jinên Sosyalîst ji bo 'Kampanya Malbata Bira' banga destekê kirin
Yekîtiya Jinên Sosyalîst berxwedana gelê Kurd silav kir û ji bo 'Kampanya Malbata Bira' banga destekê kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya yekîtiyê de hat gotin, "Berxwedana xwerêveberiyê ya bi mehan li Cizîr û Sûrê hat meşandin, rûmeta gelên me bilind kir" û hat destnîşankirin, tevî hemû êrîş û wehşeta dewletê jî, gelê Kurd ji biryardariya xwe ya berxwedana bi heybet venagere.
Jinên Sosyalîst gotin, "Ev berxwedana bi rûmet berxwedana me hemûyan e" diyar kirin, ew destekê didin 'Kampanya Malbata Bira' ya li Ewropayê hatiye destpêkirin.
Di daxuyaniyê de ev bang hat kirin:
"Weke Yekîtiya Jinên Sosyalîst, em ê kampanya AvEG-Kon'ê ya '33 Malbatên Bira' bimeşînin. Weke jinê sosyalîst em ê destê xwe bigihînin gelê bi rûmet ê Sûr û Cizîrê, ku di vî şerê kirêt de ewladên xwe ji dest dane. Em ê piştgiriya wan bikin.
Haydê, dor a te ye!"