Li Parîsê çalakiya edaletê
Ji bo eşkerekirina failên qetlîama Parîsê wek her hefteyê vê Çarşemê jî çalakiya ‘edaletê’ hate lidarxistin.
Ji bo eşkerekirina failên qetlîama Parîsê wek her hefteyê vê Çarşemê jî çalakiya ‘edaletê’ hate lidarxistin.
Bi daxwaza eşkerekirina kujerên ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez, wek her roja Çarşemê îro jî çalakiya ‘edaletê’ hate lidarxistin.
Di çalakiya di pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropa de vê hefteyê li pêşiya Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ku 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê cihê ku Cansiz, Dogan û Şaylemez hatiye qetilkirin e, kulîlk hatin danîn, rêz hate girtin. Bang li meqamên Fransî hate kirin ku vê qetlîamê ronî bikin.
Di axaftinên çalakiyê de wiha hate gotin: “Heta kiryarên vê qetlîamê derkevin holê em di nav çalakiyan de bin.”