BI DÎMEN

Biryarên 2. Konferansa Jinên Ciwan ên Azad

Biryarên di 2. Konferansa Jinên Ciwan ên Azad de hatin wergirtin, bi raya giştî re hatin parvekirin.

2. Konferansa Jinên Ciwan ên Azad (JCA) roja 10'ê Nîsanê li bajarê Elmanya Dusseldorfê hatibû lidarxistin. Biryarên di vê konferansê de hatin wergirtin bi vî rengî ne:

"1- Bi pêşengiya jinên ciwan, avakirina neteweya demokratîk û bicihanîna xeta jinê ya azad, esas digire.

2- Jinên ciwan, azadbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke bingeha jiyan û xebatên xwe qebûl dikin.

3- Jinên ciwan, têkoşîna li dijî bandorên Modernîteya Kapîtalîst ên li jinên ciwan û civakê esas digire. Li hemberî lîberalîzm, ezezî, jêxwarin û çanda şîdetê ya Modernîteya Kapîtalîst, jiyana komulan-demokratîk, exlaq û rêxistinbûyîna wê diparêze."

BIRYARÊN PERWERDE Û RÊXISTINBÛYÎNÊ

Di konferansê de biryarên li ser qada perwerde û rêxistinbûyînê hatine wergirtin bi vî rengî ne:

"1- Her jina ciwan a di nava rêxistinbûyîna Jinên Ciwan ên li Ewropayê cih digire, li ser bingeha bîrdoziya rizgariya jinê û paradîgmaya neteweya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê ya Rêber Apo, xwe perwerde dike.

2- Di bin sîwana Tevgera Jinên Ciwan ên li Ewropayê de bi tevlîbûna JXK'ê kampeke perwerdeyê ji bo hefteyekê di meha havînê de bê lidarxistin.

3- Xurtkirin û çalakirina rêxistinbûyînên komîsyona Jinên Ciwan li herêman. Li cihê nîne jî werin avakirin.

4- JCA xebatên xwe yên ji bo fermiyetê di nava 3 mehan de biqedîne."

'FELSEFE-BÎRDOZIYA REBERTÎ WERE NASANDIN'

Di konferansê de têkildarî Rêberê GelÂe Kurd Abdullah Ocalan hin biryar hatin stendin.

Di metna biryarê de hat ragihandin, ku JCA wê bi awayekî çalak tevlî kampanya "Jin ji bo azadiya Rêberê xwe û azadiya xwe çalakiyan lidar dixin" bibe û hat gotin, "Ji bo vê jî wê çalakî, panel û semîner bên lidarxistin. Ji bo bîrdozî û felsefeya Rêbertî bi raya giştî ya hundir û derve were nasandin, wê rojên xwendina pirtûkan bên organîzekirin." Di vê çarçoveyê de bi rêxistinbûyînên jinên ciwan ên li Ewropayê re semînerên hevpar bên lidarxistin û paradîgmaya Ocalan bê nasandin.

XWEDÎDERKETINA LI BERXWEDANA XWERÊVEBERIYÊ

Hat ragihandin wê JCA giraniyê bide ser çalakî û xwepêşandanan û hat gotin, "Li ser bingeha avakirina xwerêveberiya demokratîk û xwedîderketina bi xurtî li berxwedana xwerêveberiyan, li ser rêya Ş. Bermal, Ş. Dorşîn, Sêvê, fatma, Pakîze û Mehmet Tûnçan wê çalakiyên bi xurt û bi bandor werin lidarxistin."