Li Sêrtê jinên ciwan ên du roj in winda ne, ji aliyê polîsan hatine rewandin

Derket holê ku 2 jinên ciwan ên 16 û 18 salî yê li Sêrtê 2 roj in winda ne, ji aliyê polîsên Tirk li malekê têne girtin. Piştî agahî belav bû, Emniyeta Sêrtê dosya veşart.

Derket holê ku 2 jinên ciwan ên 16 û 18 salî yê li Sêrtê 2 roj in winda ne, ji aliyê polîsên Tirk li malekê têne girtin. Piştî agahî belav bû, Emniyeta Sêrtê dosya veşart.

Eşkere bû ku 2 jinên ciwan ên 16 û 18 salî yê li Sêrtê 2 roj in winda ne, ji aliyê polîsên Tirk li malekê têne girtin. Piştî agahiyên bûyerê belav bû, teşkîlata Emniyeta Sêrtê ket alarmê û dosya veşartin.

Du jinên 16 û 18 salî yên der heqê wan de ev 2 roj in îlana “winda ne” heye, li telefona 155’an geriyan û diyar kirin ku li Taxa Bahçelîevler li cadeya Mûsa Atîk li malekê bi zorê têne girtin, li ser vê yekê, polîsan bi ser mala polîsê di Şaxa Têkoşîna Bi Terorê Re H.E.Ş û polîsê Şaxa Têkoşîna bi Sûcên Organîze re T.K. de girtin.

Di serdegirtinê de der heqê polîsên ku jinên ciwan rewandine, bi sûcê “kes ji azadiya wê bêmaf hiştinê” karûbar hatin meşandin.