'Mîrateya dayika Uveyş ji me re hişt, mîrateya bidestxistina azadiyê bi têkoşînê re ye'

KJK: Mîrateya dayika Uveyşê ji me re hişt, mîrateya tacîdarkirina berxwedanê bi têkoşîneke heybet re ye. Ev mîrate mîrateya jinbûyîn û avakirina jiyana xwe bi destê xwe ye. Ev mîrate, mîrateya bidestxistina azadiyê bi têkoşînê re ye.

Kordînasyona KJK'ê bi munasebeta salvegera mirina dayika Rêberê Gelê Kurd Abvdullah Ocalan Uveyş Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KJK'ê de hat gotin, "Li hemberî van rojên ku polîtîkayeke qirkirinê ya piralî li Kurdistanê tê meşandin, bersiva me bêguman wê careke din berxwedan, îsyan û têkoşîn be. Dayika me Uveyş ku weke jineke Kurd a leheng bi karaktera xwe ya raperîner re li dijî hemû zextên zîhniyeta serdest serî rakir, bi ked û xwêdana eniya xwe jiyana xwe ava kir û bi vî rengî bû kesayeteke girîng a nasnameya jina berxwedêr, ji me re mîrateya têkoşînê hişt. Ev mîrate, mîrateya tacîdarkirina berxwedanê bi têkoşîneke heybet re ye. Ev mîrate, mîrateya jinbûyîn û avakirina jiyana xwe bi destê xwe ye. Ev mîrate, mîrateya bidestxistina azadiyê bi têkoşînê re ye."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku dayika Uveyş ji bo jinên Kurdistanê jineke xweser, dayikeke xweser e û wiha hat gotin: "Ji gelek aliyan ve bandor li tevgera me ya azadiyê kiriye. Di afirandina tevgera azadiya jinê û bîrdoziya rizgariya jinê de ji bo Rêber Apo bûye çavkaniya îlhamê. Dayikek welê ye, ku bi karaktera xwe ya serhildêr, raperîner û şervan re bêyî hewcedarî kesî be li ser lingê xwe sekinî, bi hêz û vîna xwe re jiyan meşand û hînê zarokên xwe kir ku mafê xwe bistînin, li hemberî neheqiyê bêtawîz têbikoşin û xwedî li nirxên xwe derkevin.

Hest û pîvanan "Bi xwe spartina min, bi desteka ji min, bi girî û gaziyan re tu nikare bijî; wê her tim bersiveke te hebe" ya bi Rêber Apo re da afirandin, ji bo me jinên Kurd jî bûye yek ji pîvanên bingehîn. Li hemberî komkujî û qirkirinên îro li Kurdistanê tên kirin, bersiva me ya herî mezin wê bi vî rengî be; Em ê li benda kesî nemînin û şerê xwe yê azadiyê bi ruhê berxwedan û raperîna sedan salan bimeşînin, em ê jiyana xwe bi xwe ava bikin.

Di salvegera wefata dayika Uveyş de em careke din wê bi rêzdarî bibîr tînin û weke jinên Kurd soz didin, em ê vê mîrateya berxwedan û raperînê bi têkoşîna xwe re tacîdar bikin, di şexsê dayika Uveyş de hemû dayikên raperîner û keçên bexwedêr ên li qadên berxwedanê, bi taybetî jî yên li Botanê silav dikin."