Jinên Ciwanên Azad konferansa xwe ya 2. lidar xistin

Jinên Ciwanên Azad, konferansa xwe ya duyemîn bi beşdariya 100 delegeyan pêk anîn. Bermal Botan di axaftina vekirinê de got, "Dem dema azadiya Rêber Apo, dema berxwedan, dema Jinên Ciwanên Azad e."

2. Konferansa Jinên Ciwanên Azad bi şiyara "Bi agirê berxwedanê re em ê azadiya serokatî misoger bikin" li bajarê Elmanya Dusseldorfê hat lidarxistin. Salona konferansê bi rengên kesk, sor, zer û mor hat xemilandin. Jinên ciwan bi kincên gelêrî beşdarî konferansê bûn. Di konferansa ku bi beşdariya 100 delegeyan destpê kir de dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn. Jinên Ciwan ên beşdarî konferansê bûn li ser mijarên "Li Ewropayê pirsgirêkên jinên ciwan", "Li Ewropayê hişmendiya zayendî" û "jinên ciwan ên şoreşger azad" nirxandin kirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Bermal Botan axaftina vekirinê ya Konferansê kir û got, "Pêvajoya heyî ya li Kurdistanê pêvajoyeke dîrokî ye. Lewma ev konferansa em pêk tînin xwedî mîsyoneke girîng e."

Botan bal kişand ser rola girîng a berxwedêrên YPS Jin li Bakurê Kurdistanê û got, "Berxwedan û serketinên li Rojava, Şengal û tevahiya Kurdistanê divê li Ewropayê jî bi pêşengiya jinên ciwan pêk werin."

Botan destnîşan kir, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê têkoşîn derhal were xurtkirin û got, "Dem dema azadiya Rêber Apo, dema berxwedan, dema Jinên Ciwanên Azad e."

Piştre jinên ciwan li ser pirsgirêkên li Ewropayê axivîn û işaret bi girîngiya rêxistinbûyîna jinên ciwan kirin. Di konferansê de rapora karê salekê hat xwendin û nirxandin. Piştî xwendin û erêkirina rêziknameya Jinên Ciwanên Azad rêveberiyek ji 16 kesan hat hilbijartin.

Konferans piştî axaftina girtinê bi gerandina govendê bi dawî bû.

...