JIN
Hemû Nûçe
-
TAJÊ: Roja cejnê wergerandin şînê
TAJÊ diyar kir, ku çeteyên DAIŞ'ê, bi êrîşa 3'ê Tebaxê re roja cejnê li Êzidiyan wergerandin şînê û destnîşan kir, ku jinên Êzidî bi rêxistinkirin û têkoşînê bersiv da vê hewldana qirkirinê. TAJÊ bang li hemû jinan kir, ku 3'ê Tebaxê dakevin qadan. -
Koordînasyona KJK'ê: Şengal bi tenê nîne, wê bi tenê nemîne
Koordînasyona KJK'ê, komkujiya Êzidiyan a 3'ê Tebaxa 2014'an li Şengalê hate kirin şermezar kir û ji bo komkujî û qirkirineke nû neyê kirin bang li her kesî kir, ji bo poiştgiriyê bidin civaka Êzidî û Şengalê. -
Qetlîama Şengalê wê li Belçîkayê were protestokirin
Li bajarên Belçîkayê wê 3'ê Tebaxê Qetlîama Şengalê were protestokirin. Banga tevlîbûnê ji bo çalakiyên protestoyê hat kirin. -
Li Swîsreyê jin wê ji bo Êzidiyan li kuçeyan bin
Tevgera Jina Kurd a Swîsreyê 3’ê Tebaxê wê ji bo Êzidiyan û ji bo hemû jinên ku hatine kuştin û kirine bende çalakiyan li dar bixe. -
Kampanya me, di têkoşîna dijî faşîzmê de qonaxeke nû ye
Tevgera Jinên Azad (TJA), li dijî tecrîda li ser Ocalan û şîdeta li jinê dest bi kampanyayekê dike. Aktîvîsta TJA'yê Taşdemîr bang li jinan kir, ji bo tevlî kampanyayê bibin. -
Jin wê li Den Haagê qirkirina 3'ê Tebaxê protesto bikin
Meclîsên Jinan ên li Hollandayê amadekariyan dikin, ku êrîşên qirkirinê yên çeteyên DAIŞ'ê li Şengalê li dijî Êzidiyan kirin, di salvegera sêyemîn de şermezar bikin. -
Jinên Êlihê wê 3'ê Tebaxê li kolanan bin
Çalakiyên bi şiyara "Em ê pêşî li qirkirina jinê bigirin, jiyanê azad bikin" bên lidarxistin, wê roja 3'ê Tebaxê li Êlihê dest pê bikin. Ji bo van çalakiyan banga tevlîbûnê hate kirin. -
Komkujiya Şengalê wê li Fransayê bi çalakiyan bê şermezarkirin
Komkujiya Şengalê ya 3'ê Tebaxa 2014'an, wê li Fransayê bi gelek çalakiyan bê şermezarkirin. Çalakî wê bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Fransayê (TJK-F) ve bên lidarxistin. -
Gefa mirinê li karîkaturîstên Kurd tê xwarin
Li Îranê, karîkaturîst Atena Farghadanî û wênevan Atena Daemî yên Kurd, ji ber wêneyên xwe yên ku sîstem rexne dikir, gefa mirinê li wan tê xwarin. -
Konca: Çalakiya nobedê dîrokî ye, divê her kes tevlî bibe
Parlamentera HDP'ê Konca ku piştî hate berdan cihê xwe di çalakiya nobedê de girt, anî ziman ku çalakiya nobedê gaveke dîrokî ye û ji her kesî xwest, tevlî çalakiyên "Wijdan û Edaletê" bibin. -
TJK-E: 3'ê Tebaxê em agirê berxwedanê gur bikin
TJK-E ragihand, 3'ê Tebaxê wê li gelek welatên Ewropayê bi dirûşma "Komkujiya Şengalê ji bîr nekin! Azadiya jinên Şengalê azadiya mirovahiyê ye" komkujiya li Êzidiyan hate kirin bê şermezarkirin û banga tevlîbûnê kir. -
TJA' li dijî qirkirina jinê dest bi kampanyayeke nû dike
Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo balê bikişîne ser polîtîkayên zextê û şîdeta li jinê, dest bi kampanya bi navê "Em ê pêşî li qirkirina jinê bigirin, em ê jiyanê azad bikin" dike. -
HDK-HDP. Nabe ku destketiyên jinan bên tinekirin
Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li ser pêşnûme qanûna ku erka birîna nîkahê dide miftiyan, daxuyanî dan. -
'Tirkiye ji bo jinan yek ji 10 cihên herî xetere ye'
Yek ji kovarên xwedî prestîj ên DYA'yê Forbes ragihand, ku Tirkiye ji bo jinan yek ji 10 cihên herî xetere ye. -
'Divê em hêviya xwe ya jiyanê ji dest nedin'
Civaknas Gul Berkî got, "Bi ya min, ev rewş mayinde nîne û ev rojên nexweş wê bibihurin. Çi dibe bila bibe divê em hêviya xwe ya ji bo jiyanê ji dest nedin." -
Agirî: Destavêtin çanda dewletê ye; divê civak rabe ser piyan
Endama Komîteya Perwerdeyê ya PAJK'ê Dr. Evîn Devrîm Agirî destnîşan kir, ku destavêtin li Kurdistanê weke polîtîkayeke dewletê bi cih tê anîn û got, bi vê rêyê hewl tê dayin vîna jinê û civakê ji holê bê rakirin. -
Wekîlên jin: Me pêvajoya hesab xwestinê ya ji faşîzmê daye destpêkirin
Ji wekîlên jin ên HDP’ê yên ku di nava çalakiya nobedê de cih digirin Taşdemîr anî ziman ku wê jin faşîzmê têk bibe. Ûca jî got: “Jinan pêvajoya hesab xwestinê ya ji faşzmê daye destpêkirin.” -
Dayik ji bo Suleyman Cîhan ê ku dewletê qetilkirî kom bûn
Dayikên Şemiyê, ji bo Suleyman Cîhan ê ku piştî sala 1981’an û şûnde hate binçavkirin û ji aliyê dewletê ve hate qetilkirin, li hev kom bûn. -
NÛ BÛ-Wekîla Êlihê Becerîklî hate binçavkirin
Wekîla HDP’ê Saadet Becerîklî li Balafirgeha Êlihê hate binçavkirin. -
Jinên HDP û HDK’ê: Tûgba Hezer rûmeta me ye!
Jinên HDP û HDK’ê xwedî li Tûgba Hezer derketin a ku parlementeriya wê hatiye betalkirin û jinan bal kişandin ser vî tiştî ku ne bi tenê li Meclîsê wê li her derê têkoşîna xwe bidomînin. -
Îrmez: Dixwazin Şirnexê vala bikin û nasnameyê biqelînin
Wekîla Şirnexê ya HDP’ê Aycan Îrmez li ser pêvajoya berxwedana Xwerêveberiyê û polîtîkayên dewletê yên li bajarên berxwedêr axivî û diyar kir dewletê plana qirkirinê sazkar kiriye û got ‘’pê şanaz im ku wekîla Şirnexê me’’ -
TAJÊ Ewropa ji bo çalakiyên 3-5'ê Tebaxê banga tevlîbûnê kir
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ya Ewropayê ji bo çalakiyên 3 û 5'ê Tebaxê yên li Ewropayê bi wesîleya 3. salvegera komkujiya Şengalê bên lidarxistin, banga tevlîbûnê kir. -
TJA: Em tevlî nobeta berxwedanê bibin; deng derxînin!
TJA'yê bang kir û got, "Em banga tevlêbûnê li çalakiya nobeta berxwedanê ya koma parlamentoyê ya HDP’ê bibin, destek bidinê û çalakiya dengderxistinê ya bi şev gur bikin." -
Li Pûglîayê semînerên jineolojiyê
Li sê bajarên herêma Pûglîa ya Îtalyayê, semînerên jineoloiyê hatin dayin. Ciwan û jinan pêwendiyeke taybet ji bo semîneran diyar kirin. Di semîneran de danasîna projeya gundê jinan a li Rojava Jinwarê jî hate kirin. -
Ji bo çalakiyên 3'ê Tebaxê yên li Hannoverê banga tevlîbûnê
Saziyên Jinan ên li Hannover û derdora wê, ji bo çalakiyên 3'ê Tebaxê yên ji ber salvegera komkujiya Şengalê lidar dixe, banga tevlîbûnê li her kesî kir.