Jinên Êlihê wê 3'ê Tebaxê li kolanan bin
Çalakiyên bi şiyara "Em ê pêşî li qirkirina jinê bigirin, jiyanê azad bikin" bên lidarxistin, wê roja 3'ê Tebaxê li Êlihê dest pê bikin. Ji bo van çalakiyan banga tevlîbûnê hate kirin.
Çalakiyên bi şiyara "Em ê pêşî li qirkirina jinê bigirin, jiyanê azad bikin" bên lidarxistin, wê roja 3'ê Tebaxê li Êlihê dest pê bikin. Ji bo van çalakiyan banga tevlîbûnê hate kirin.
Bernameya çalakiyan a Tevgera Jinên Azad (TJA), ku wê 3'ê Tebaxê di salvegera Komkujiya Şengalê de starta wê bê dayin û heta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Şîdeta li Jinê bidome, wê li Êlihê dest pê bike.
Ji bo vê bernameya çalakiyan, ku bi şiyara "Em ê pêşî li qirkirina jinê bigirin, jiyanê azad bikin" roja 3'ê Tebaxê dest pê bike, jinên ji TJA'yê, li avahiya HDP'ê ya Êlihê civîneke çapemeniyê lidar xistin. Tevî Parlamentera Êlihê ya HDP'ê Saadet Becerîklî gelek jin tevlî civînê bûn.
Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Fatma Kapaligoz diyar kir, ku 3'ê Tebaxê ji bo wan rojeke girîng e, divê ew piştgiriyê bidin jinên Şengalê û bang li hemû jinan kir ku tevlî çalakiyan bibin.
Parlamentera HDP'ê Becerîklî jî ragihandin, qirkirina li dijî jinên Şengalî hê dewam dike û got, li Tirkiyeyê di dema desthilatdariya AKP'ê de komkujiyên li jinan tên kirin zêde bûne.
PARLAMENTER JÎ WÊ TEVLÎ BIBIN
Berdevka TJA'yê ya Êlihê Songul Korkmaz jî bang li hemû jinên ji Êlihê kir, ku roja 3'ê Tebaxê, li dijî nedîtina vîna jinê û qirkirinê dakevin qadan.
Korkmaz got, "Parlamentera Rihayê ya HDP'ê Dîlek Ocalan, Parlamentera Amedê ya HDP'ê Feleknas Ûca û heyetek ji Amedê wê tevlî çalakiyê bibin. Çalakî wê saet di 11:00 de li ber avahiya HDP'ê ya Êlihê dest pê bike."