Qetlîama Şengalê wê li Belçîkayê were protestokirin
Li bajarên Belçîkayê wê 3'ê Tebaxê Qetlîama Şengalê were protestokirin. Banga tevlîbûnê ji bo çalakiyên protestoyê hat kirin.
Li bajarên Belçîkayê wê 3'ê Tebaxê Qetlîama Şengalê were protestokirin. Banga tevlîbûnê ji bo çalakiyên protestoyê hat kirin.
TJK-E û NAV-BEL'ê têkildarî çalakiyên ku di salvegera Qetlîama Şengalê de li Belçîkayê were lidarxistin, daxûyaniyeke nivîskî weşandin.
Di daxuyaniyê ev tişt hatin diyarkirin
"Jin û zarokên Êzidî îfadeya herî vekirî a faşîzma roja me ye. Wahşeta ku herî dawî hatî jiyîn di dîroka civaka Êzidî de weke fermana 74'an ango weke qirkirinê tê binavkirin. Di çaryêka sedsala 21'an de ev qirkirina ku hatî jiyîn nîşan da ku Êzidî encax bi xweparastin û xwerêveberiyê dikarin hebûna xwe bidomînin.
Ji bo vê çendê di salvegera qirkirina Êzidiyan de ku 3'ê Tebaxê de ji bo ku qirkirinên din çênebe, em ê li kolanan û qadan bin. Di 3'ê Tebaxê de ne tenê jin, em bang li hemû kesan dikin ku xwedî li kokên dîrokê derbikevin.”
Kurdistanî û dostên wan wê di 5'ê Tebaxê di saet 13:00'an de li qada Saziya Çanda Kurd a Lîegê kom dibin û meşê li dar dixin.
CIHÊN ÇALAKIYAN
BRUKSEL
Cih: Gare Central
Saet: 10:00
ANTWERPEN
Cih: Groenplaats
Saet 10:00
LÎEGE
Yer: Place Saînt Lambert
Saet 10:00