Dr. Agirî li ser çavkanî û armanca destavêtinê bersiv da pirsên ANF'ê.
Dr. Agirî destnîşan kir, ku dewlet ji destpêkê ve hebûna xwe li ser vê yekê didomîne û got, "Pênaseya dewletê bi xwe, vê yekê îspat dike. Pênaseya dewletê çi ye? Mafê şeva destpêkê ya bi jinê re derbas kiriye. Piştî ku pênaseyeke ewçend ji rê derketî li xwe kiriye, bêguman masûmî û exlaqî jê nayê hêvîkirin. Yanî pênaseya dewletê bi xwe dibêje 'ez ev im'.
Dr. Agirî diyar kir, ku di vê çarçoveyê de dewlet bi destavêtina li jinê re dixwaze hêza azadbûn û hişmendiya civakê ji dest bigire û bi vî awayî bingeheke kontrolkirina civakê ava bike.
Dr. Agirî got, "Dema mirov li herikîna dîrokê binerin, mirovê bibîne ku ya dewletan li ser piyan digire ev rewş e."
Dr. Evîn Devrîm Agirî da zanîn, ku piştî hemû dagirkeriyan çîrokên destavêtinê dimîne, niha jî li pey dagirkeriya AKPP'ê li Kurdistanê ev çîrokên destavêtinê tên dîtin û wiha dewam kir:
Di vir de hem bandor, hem jî mesaj heye. Di mesaja xwe de dixwaze bêje, 'Ez li gorî dilê xwe dikarim bi te re bilîzim. Dikarim te bê vîn bihêlim'. Ev peyman herî zêde ji civaka Kurd û hemû civakên xwedî nirxên çandî, afirînerî, parastina xwedandiyê û xwedî vîna azadiyê ye, tê dayin. Yanî li hemberî civakên ku jin di nav de gelekî girîng in, li hemberî Kurdan tê dayin. Lewma di wê baweriyê de ye ku il erdnîgariya dagir bike, bi êrîşa dijî jinê re dikare di nava tevahiya civakê de rê li ber şikestinekê veke. Her wiha bi êrîşa li dijî jinê re, bi lîstina bi vîn, rûmet û hesasiyeta civakê re bawer dike ku dikare civakê hilweşîne. Ev yek di dema raperîna Dersimê de polîtîkaya dewletê bû. Li Şengalê jî bû polîtîka DAIŞ'ê. Balkêş e niha jî li Bakurê Kurdistanê ji aliyê AKP'ê ve tê kirin. Armanc yek e."
Dr. Agirî wiha dewam kir: "Qedandina civakê bêguman bi asta hişmendî û têkoşîna jinê nepêkan e. Lê belê ya ku pêşî li vê bigihre, sekna dijber a civakî ye. Jin êdî xwedî partiyekê, xwedî artêş û têkoşînekê ye. Dikare xwe rizgar bike. Lê belê ji bo civak karibe xwe ji vê rizgar bike, divê têkoşînê bide pêş çavên xwe, hin tiştan bide ber çavên xwe."
Dr. Agirî gotina "Asta azadiyê ya jinê asta azadiyê ya civakê ye" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîr xist û got, "AKP ji vê astê ditirse. Lewma dixwaze bi rêy adestavêtinê vîna jinê bişikîne, teslîm bigire û bi vî rengî pêşî li rizgariya civakî bigire.
Dr. Agirî ev yek bi taybetî destnîşan kir: "Tişta herî zehmet a li cîhanê, tineikrina hişmendiya azadiyê ye. Lê belê divê mirov qîma xwe tenê bi vê nînin. Di serî de jin û ciwan lazim e civak hemû li dijî hovîtiya ku hewl tê dayin bê kirin, bi hêrs rabin. Ev çiya, ev artêşbûn, ev têkoşîn ji bo vê hene."
Têkildarî bêdengî û têkoşîna divê li dijî destavêtinê were kirin, Dr. Agirî wiha axivî:
"Bi destavêtina li zarokan paşeroj, bi destavêtina li jinan jî pêşeroj û kêliya niha tên desteserkirin. Wekî din, eger li dijî gelekî mîna Kurdan rêbazeke bi vî rengî tê ceribandin, hingî bi namûs û rûmeta gelekî dilîzin. Lewma hewl tê dayin vîna azadiyê ya gelekî dîl were girtin. Bedenek, civakek destavêtin lê hatiye kirin, ne ji aliyê derûnî, ne jî ji aliyê bedenê ve xwedî tenduristiyeke baş nîne. Ev tê zanîn. Pêwîste ne jinên me ev tişta li wan tê kirin qebûl bikin, ne jî kiryarên li dijî zarokên me qebûl bikin.
Rabûna li ser piyan, têkoşîn wzîfeyeke însanî û civakî ye. Hem duh, hem îro hem jî siberojê rizgar dike."