Li Swîsreyê jin wê ji bo Êzidiyan li kuçeyan bin
Tevgera Jina Kurd a Swîsreyê 3’ê Tebaxê wê ji bo Êzidiyan û ji bo hemû jinên ku hatine kuştin û kirine bende çalakiyan li dar bixe.
Tevgera Jina Kurd a Swîsreyê 3’ê Tebaxê wê ji bo Êzidiyan û ji bo hemû jinên ku hatine kuştin û kirine bende çalakiyan li dar bixe.
Tevgera Jina Kurd a Swîsreyê di salvgera qirkirina Şengalê de bernameya çalakiyê ragihand.
Di daxuyaniyê de hate gotin:
"Raya giştî ya dinyayê 3’yê Tebaxa 2014’an govanî li hovitiyeke nedîtî kir. Çeteyên DAIŞ’ê bi ser Êzidiyan de, ku xwediyê yek ji baweriya herî qedîm in polîtîkaya qirkirinê sazkar kir. Ji ber pêşmergeyên bi ser PDK’ê ve Şeganl hiştin û bi dest DAIŞ’ê ve berdan, bû sedem ku yek ji mezintirîn trajediya dinyayê çêbibe. Bi hezaran Êzîdî hatin kuştin, bi hezaran jê êşkence li wan hate kirin, tecawiz li wan hate kirin û ji şûnwarê xwe hatin kirin. Jin û keçên Êzîdî li bazaran hatin firotanê. Bi hezaran jê dîl hatin girtin û kirin bendeya zayendî.
Qirkirin û qirkirina jinan li cografyaya me birîneke wiha ye ku hê xwîn jê diçe. Îro hê jî herî pir ên ku ji vî şerî hîkar dibin jin û zarok in. Jin û zarokên di dest barbarên DAIŞ’ê de nîşaneyên herî zelal ên faşîzma niha ne.
Qirkirina herî dawî ya hov a bi ser Êzîdiyan de weke fermana 74’an hate binavkirin. Ev qirkirina di sedsala 21’ê de ya bi ser Êzîdiyan de bi rengekî biêş nîşan da ku bawerî, hebûn, azadî tenê bi vîna azad, bi xwerêveberiyê û bi xweparastinê dikare were mîsogerkirin.
Tam jî ji bo vê di salvgera qirkirina Êzîdiyan de ji bo ku careke dî qirkirinên weke 3’yê Tebaxê çênebin em ê li kolanan bin. Em Tevgera Jina Kurd a Swîsreyê ne tenê bang li jinan, bang li wan hemû kesna dikin ku ji xwe re mirov dibêjin di şexsê civaka Êzîdî de ku yek ji ripnê mirovahiyê ye, 3’yê Tebaxê li ripn û riknên xwe xwedî derbikevin.
Di Roja Çalakiyê ya Navnetewî ya dijî Qirkirina Jinê ya 3’yê Tebaxê de, ji bo ku em balê bikişînin ser Şengalê û jinên li dinyayê ku hatine desteserkirin, kolekirin û kuştin em bang li gelê xwe û dostê xwe dikin ku derkevin kolanan.’’
BERNAMEYA ÇALAKIYAN
Bernameya Tevgera Jina Kurd a çalakiyê wiha ye:
St.Gallen
Dîrok: 3 Tebax
Saet 18:00
Adres: Markplatz
Luzern
Dîrok: 3 Tebax
Saet 18:00
JESUITENPLATZ Theaterstrasse 2, 6003 Luzern
(Pêşberî Luzerner Theater)
Bern:
Dîrok:3 Tebax
Saet 17.30
Adres: Weisenhausplatz
Basel
3 Tebax
Adres: Marktplatz
Saet 17.00
Winterthur:
3 Tebax
Saet: 16:30
Adres: Pêşberî Manorê
Zurîh:
Dîrok: 3 Tebax
Saet: 18:30
Adres: Pêşberî Zurîh Frauen Munsterê
Lozan
Dîrok: 3 Tebax
Saet. 11:00
Adres: Pêşberî dêra Saint-Laurantê