'Divê em hêviya xwe ya jiyanê ji dest nedin'

Civaknas Gul Berkî got, "Bi ya min, ev rewş mayinde nîne û ev rojên nexweş wê bibihurin. Çi dibe bila bibe divê em hêviya xwe ya ji bo jiyanê ji dest nedin."

Civaknas Gul Berkî ku bi biryarnameya Rewşa Awarte ji kar hate avêtin û ji ber vê yekê li Amedê dikaneke biçûk a bi navê "Pîvaz" vekiriye, bi firotina tirşika ji hêkan û taştê, hewl dide debara xwe bide. Berkî dibêje, "Em jin, divê li her qada jiyanê hilberîner bin" û wiha dewam dike: "Bi ya min, ev rewş mayinde nîne û ev rojên nexweş wê bibihurin. Çi dibe bila bibe divê em hêviya xwe ya ji bo jiyanê ji dest nedin."

Gul Berkî, piştî ku ji beşa Sosyolojiyê ya Zanîngeha Pamûkkale ya Denîzliyê mezûn bû, li Şaredariyên Nisêbîn, Silopiya, Bajarê Mezin a Amedê û Sûrê yên DBP'yî, weke pispora xizmetên civakî û civaknas mohra xwe danîn binê gelek projeyên serketî û projeyên şaredariyan ên ji bo jin û zarokan xiste meriyetê. Berkî herî dawî bi biryarnameya 14'ê Tîrmehê, mîna bi hezaran kesî ji kar hate avêtin.

Gul Berkî anî ziman, ku piştî ji kar hate avêtin mîna hemû hevalên xwe wê bi rêyên hiqûqî li mafên xwe bigere û anî ziman, ku ew hez nake vala bisekine, lewma li taxa Kooperatîfan a li navçeya Yenîşehîr a Amedê cihekî taştê bi navê "Pîvaz" vekiriye.

'TIŞTEKÎ NEXWEŞ E KU MIROV BÊ HÊVÎ BIBE'

Berkî, ku piştî şaredarî bi destê qeyûm hate desteserkirin ji wezîfeya xwe ya li Şaredariya Sûrê hate avêtin, piştî pirsa "Em çi dikarin bikin?" dest bi vî karî kiriye.

Berkî diyar kir, biryara derxistina ji kar moralê mirovan dadixîne, piştre jî pirsgirêkên madî der dibin û got, "Car carna bê hêvî jî bûm. Tiştekî gelekî nebaş e ku mirov bê hêvî bibe. Lê bi lez û bez min xwe komî ser hev kir. Çi dibe bila bibe, divê em hêviya xwe ya jiyanê ji dest nedin."

'ROJÊN NEXWEŞ WÊ BIBIHURIN'

Berkî destnîşan kir, ku pêvajoya heyî mayînde nîne, wê rojekê derbas bibe û got, "Bi ya min, ev rojên nexweş wê bibihurin. Wekî din, em jin dikarin li her qada jiyanê hilberîner bin. Jin xwedî hunereke bi vî rengî ne. Li vê taxê welatiyan zû eleqe nîşanî karê min dan. Dikandaran ji min hez kirin, min jî ji wan hez kir. Dikarim bêjim ku min rengek da vê sûkê."