Wekîla Şirnexê ya HDP’ê Aycan Îrmez diyar kir ‘qedexeya derketina derve’ û dorpêç planeke qirkirinê ye û got, ‘pê şanaz im ku wekîla Şirnexê me’.
‘ŞIRNEX TIM BÛYE HERÊMA PÎLOT’
Aymaz li ser polîtîkayên dewletê yên li ser Şirnexê got dewleta Tirk tim Şirnex ji xwe re kiriye herêma pîlot û wiha bi nav de çû : ‘’Şirnex bajarekî me yê wiha ye ku li dijî dewletê, polîtîkayên hikûmet û desthilatdariyê pir serî rakiriye, berxwedêr e, li nirxên xwe xwedî derdikeve, hêlên xwe yên Kurdistanî, nasnameya Kurdewar û zimanê xwe diparêze. Dewleta ku ev dîtî polîtîkayên xwe bi rengekî stratejîk li ser Şirnexê bi rengekî cihê da meşandin. Ev polîtîka heta bi salên 90’î bi vî rengî hatine domandin. Ango her carê herêma pîlot a pêşî ya polîtîkayên îmha û têkşikandinê tim bûye Şirnex. Pêvajoyeke wiha hate jiyîn piştî hilweşîn û komkujiyên li Şirnex û Cizîrê, Silopya û Hezexê hema hema hemû rêveberên HDp’ê hatin binçavkirin, gritin. Ev gaveke ji plana têkşikandinê bû. Dewletê bi vî rengî bi tasfîyekirina qada siyasî xwest ku plana xwe ya qirkirina siyasî û îmhayê pêk bîne.
‘JI OSMANIYAN VE LI SER ŞIRNEXÊ ZEXT Û ZORDARÎ HENE’
Irmez got hikûmetê ew giyanê ku alîkariyê didin hev û têkoşer ê gelê Şirnexê dîtiye û xwestiye ku zû Şirnexê bide vala kirin û qirkirina nasnameyê pêk bîne. Irmez got di dema ‘qedexeya derketina derve’ de dewletê polîtîkayên wiha yên derî heq, hiqûq û sincê gerdûnî li Şirnexê sazkar kiriye.
Irmez wiha berdewam kir: ‘’Ji Osmaniyan ve gelê Şirnexê ti caran serî ji polîtîkayên dewletê re ne tewnadiye. Polîtîkayên Osmaniyan ên j isalên 1900’î ve, hemû hikûmetan xwestiye ku li vir qirkirina çandî, nasnameyê pêk bînin. Mînak Qesra Evdirrehmanê Sor hilweşandin ku ev qesr berxwedana Şirnexê vedigot, ji bo vê jî yek ji sembolê dîrokî yê girîng bû. Ev Qesr ji bo ku Osmanî nekevin vir, ji bo ku ev der nebe Tirk û neyê dagirkirin avaniyeke stratejîk bû.’’
QANÛNA ISKANÊ BI NAVÊ VEGUHERÎNA BAJÊR DIDOMÎNIN
Irmez got, Polîtîkayên Plana Şark Islahatê ya piştî Raperîna Şêx Seîd a 1925’an, li konkonkturên 2017’an anîne û îro sazkar kirine. Qanûna Iskanê niha bi navê veguherîna bajêr didomînin.
Irmez wiha domand: ‘’Bi navê ‘bekçî’tiyê dixwazin sîxurtiyê bikin fermî. Hikûmet dibîne ku polîs, leşker nikarin bikevin nav gel armanc dike ku xwe bigihîne nava gel. Lê Şirnex kirine qereqol. Hema hema hemû saziyên dewletê li vir bi betonê hatine pêçan. Ev jî nîşan dide ku ji gel pir ditirsin.’’
‘ŞIRNEX JI DEWLTÊ RE BÛ SENDROM’
Îrmez bi domdarî got li gel her cure zext û zordariyê, kavilgerî, hilweşandin, talan, çavtirsiandin, binçavkirin, girtinê jî gelê Şirnexê serî netewandiye, warê xwe neterikandiye, dev ji nasnameya xwe, bernedaye û bi vî rengî jî têkoşîna xwe didomîne.
Irmez wiha got: ‘’Li gel her cure hewldanên dewletê û ferzkirina ‘ya tu yê serî bitewînî yan jî serî bidî’ jî bi rihê xwe yê biryardar û têkoşer helwesta xwe zelal nîşan daye. Dewlet ji vê rewşê tirsiya û ev jê re bû sendrom.’’
‘KENGÎ JÎ BE GELÊ KURD WÊ BI SER BIKEVE’
Îrmez diyar kir ku dewlet dixwaze gelê Şirnexê bera hev bide lê ev ê ev ê bi sernekeve, ji ber ku gel bi rengekî pir xurt, têkoşer xwe li hev girtiye û alîkariyê dide hev.
Irmez herî dawî got wan ti caran ji hikûmet û desthilatdaran tiştek hêvî nekirine û wê nekin û ew ê bi gel re rêya xwe bidomînin. Heta ku hêza wan hebe wê li cem gelê xwe bin û mil bi mil bî barî ragirin.
Îrmez herî dawî got kengî jî wê gelê Kurd bi ser bikeve û wiha bi nav de çû: ‘’ Em bawer dikin ku her êş, zilm, zext temenekî wê ye. Wê serdemên wiha werin ku diyar bibe bi zorê rajêr kirin nabe. Ev gel ê ku bi sedan sal e li dijî êşê, zilmê li ber xwe daye dizane çi rast û çi şaş e, û bi vî rengî jî li nasnameya xwe xwedî derdikeve, wê derbikeve jî.’’