TJA: Em tevlî nobeta berxwedanê bibin; deng derxînin!

TJA'yê bang kir û got, "Em banga tevlêbûnê li çalakiya nobeta berxwedanê ya koma parlamentoyê ya HDP’ê bibin, destek bidinê û çalakiya dengderxistinê ya bi şev gur bikin."

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi daxuyaniyeke nivîskî destek da Nobêta Wijdan û Çalakiyê ya HDP’ê ya ku li Amedê dayî destpêkirin.

TJA’yê di daxuyaniyê de bal kişande ser zext û zordariyê hikûmeta AKP’ê ya li ser Kurdan û got: ‘’Tevahiya Tirkiyê bi rejîma Imraliyê tê birêvebirin. Heta ku were xwestin ku doza Kurd bi  îmha û înkarê çareser bikin û heta ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan azad nebe, demokrasî, jiyan û sîstema polîtîk a Tirkiyê wê ji tarîtiya faşîzmê xilas nebe.’’

‘EV BERXWEDAN BI TEQEZÎ WÊ BI SER BIKEVE’

TJA’yê li ser çalakiya nobetê ya koma HDP’ê diyar kir Rewşa Awarte ya faşîzmê li dijî gelê Kurd û hêzên wê yên siyasî yên demokratîk hatiye ragihandin û ev di çalakiya nobetê ya Amedê ya HDP’ê jî diyar bûye û got: ‘’Ji ber ku faşîzm ji rastiyan ditirse. Di nava vê çarçoweyê de em çalakiya nobetê slav dikin û em bawer dikin ev berxwedan bi teqezî wê bi ser bikeve.’’

TJA’yê got: ‘Em dixwazin were zanîn ku em vê çalakiyê weke çalakiya xwe, vê helwestê weke helwesta xwe dibînin û bi hemû hêza xwe em ê destekê bidine vê çalakiyê’’ û got: ‘’Di nav vê çarçoweyê de di serî de jinên Amedê û hemû gelê me em bang li her kesî dikin ku tevlî çalakiya koma parlamentoyê ya HDP’ê ya çalakiya nobetê bibin, destekê bidinê, çalakiyên dengderxistinê yên bi şev gur bikin. Em baş dizanin ku dîrok rastiyê dibîne û tenê destê xwe bi wê ve dike. Û em dibêjin dîrok wê me biheq derxîne û siberoj a me ye.’’