TJA' li dijî qirkirina jinê dest bi kampanyayeke nû dike
Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo balê bikişîne ser polîtîkayên zextê û şîdeta li jinê, dest bi kampanya bi navê "Em ê pêşî li qirkirina jinê bigirin, em ê jiyanê azad bikin" dike.
Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo balê bikişîne ser polîtîkayên zextê û şîdeta li jinê, dest bi kampanya bi navê "Em ê pêşî li qirkirina jinê bigirin, em ê jiyanê azad bikin" dike.
Kampanya 3'ê Tebaxê li Êlihê dest pê dike û wê heta 25'ê Mijdarê bidome.
TJA'yê li ser kampanyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Em di salvegera qirkirina Êzidiyan a 3'ê Tebaxa 2014'an de dest bi kampanya xwe dikin û weke bersiva me ji zîhniyetên ku di vê sedsalê de jinan li bazarên koleyan difiroşin, diyarî têkoşîna têkoşîna azadiyê ya jinên Êzidî dikin."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, dewlet hewl dide bi amûrên şîdet û zextê jiyana rojane ya jinê bi rê ve bibe û êrîşî mafên bingehîn û destketiyên demokratîk ên jinan dike.
TJA'yê işaret bi zêdebûna kuştina jinan di dema hikumeta AKP'ê de kir û destnîşan kir, ku navê kiryarên AKP'ê yên li dijî jinan, Qirkirina Jinê ye.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, jinan heta roja îro serî li ber zîhniyeta serdest a mêr netewandine, ji niha û pê ve jî wê destûrê nedin ku maf û destketiyên wan bên talankirin.
TJA'yê bang li rêxistinên jinan ên li Tirkiyeyê kir, ku tevlî kampanyayê bibin û got, "Em bang li hemû rêxistinên jinan ên li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê dikin, ku piştgiriya jinê xurtir bikin."