'Tirkiye ji bo jinan yek ji 10 cihên herî xetere ye'
Yek ji kovarên xwedî prestîj ên DYA'yê Forbes ragihand, ku Tirkiye ji bo jinan yek ji 10 cihên herî xetere ye.
Yek ji kovarên xwedî prestîj ên DYA'yê Forbes ragihand, ku Tirkiye ji bo jinan yek ji 10 cihên herî xetere ye.
Têkildarî sedema xeterebûna Tirkiyeyê ji bo jinan kovarê wiha nivîsand: "Piştî bê aramiya giran a siyasî ya par, rojnamevan û mûxalîf winda bûn."
Kovarê, ji bo jinên bên Tirkiyeyê jî hin pêşniyarên 'ewlekariyê' kir û bibîr xist, ku êrîşên li dijî jinan zêde ye, lewma divê hay ji xwe hebin, ji bo serê xwe binixumînin destmalekê bi xwe re bigerînin, tenê di rojên taybet ên ji bo jinan de biçin hemamê, li taksiyên ku baş hatine ronîkirin siwar bibin û esnafê 'êrîşkar' ji nedîtî ve bên.
Di rêza ku kovarê destnîşan kir de Tirkiyeyê cihê xwe di rêza 9. de girt. Di rêza yekemîn de Misir heye. Piştî Misrê, Fas, Jaamîka, Hîndîstan, Perû, Giravên Bahama, Kolombiya, Ekvador û Gûatemala tên.
Nûçeya kovarê ya li ser mijarê wiha ye: