TAJÊ: Roja cejnê wergerandin şînê

TAJÊ diyar kir, ku çeteyên DAIŞ'ê, bi êrîşa 3'ê Tebaxê re roja cejnê li Êzidiyan wergerandin şînê û destnîşan kir, ku jinên Êzidî bi rêxistinkirin û têkoşînê bersiv da vê hewldana qirkirinê. TAJÊ bang li hemû jinan kir, ku 3'ê Tebaxê dakevin qadan.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji ber salvegera 3. a fermana 73'an ku 3'ê Tebaxa 2014'an bi ser civaka Êzidî ya li Şengalê rabû, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

ROJA CEJNÊ WERGERANDIN ŞÎNÊ

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku roja 3'ê Tebaxa 2014'an dijminê mirovahiyê mohra xwe bi rûreşiyê li dîroka mirovahiyê xistin û hat gotin, "3'ê Tebaxa 2014'an ji bo me civaka Êzidî rojeke gelekî bi êş bû. Çeteyên DAIŞ'ê di rojên herî pîroz de bi rengekî ne mirovane êrîşî gelê me kir. Roja ku gelê me cejna xwe pîroz dikir, çeteyên DAIŞ'ê êrîş kirin. Roja wan tarî kirin, bi deh hezaran ji mirovên me koçber kirin û bi hezaran keç û jinên me dîl girtin. Xeyalên zarokên me kuştin, cîhan li pêş çavên wan reş kirin. Roja cejnê wergerandin şînê."

'VÎ GELÎ TI CARÎ SERÊ XWE LI BER ZALIMAN, XWÎNMIJAN NETEWANDIYE'

TAJÊ bibîr xist, ku bi hezaran salan êrîş li civaka Êzidî tê kirin û her êrîşek ji ya beriya xwe zotir û qirêjtir bû. TAJÊ diyar kir, hemû fermanên li wan rabûn bi destê Osmaniyan, Misilman û hevalbendên wan hatin kirin û wiha dewam kir: "Hemû nehatine nivîsandin. Tenê 73 ferman weke komkujiyên fermî hatine qebûlkirin. Lê belê gelek ferman rabûne ku li dîrokê nehatine nivîsandin. Vî gelî li hemberî fermanan ti carî serê xwe li ber zaliman, desthilatdar û xwînmijan netewandiye. Her tim li ber xwe daye, ol, ziman û çanda xwe parastiye. Ji her kesî re îspat kiriye, ku ew teslîmiyetê ji xwe re qebûl nakin. Rêya berxwedan û têkoşînê ji xwe re esas digire. Civaka Êzidî ji ber taybetmendiya xwe ya aştîxwaz û wekheviyê, her tim bûye hedefa êrîşan."

'ÊRÎŞA 3'Ê TEBAXÊ JI BER XIYANETA PDK'Ê Û HEVALBENDÊN WÊ HATIN KIRIN'

Di daxuyaniya TAJÊ de hate destnîşanirin, ku êrîşa 3'ê Tebaxa 2014'an ji ber xiyaneta mezin a Kurdên xwefiroş ên weke PDK û hevalbendên wê hatiye kirin û hat gotin, "Bi deh hezaran ji mirovên me hatin koçberkirin, mal û milkên wan hatin talankirin. Bİ hezaran jin dîl hatin girtin û li sûkan hatin firotin. Bi sedan zarok ji tîna û germa havînê behecîn. Komkujiyeke mezin li civaka me hate kirin. Eger ew şopdarên rastiyê, şervanên azadiyê yên bi fikir û felsefeya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tevdigerin nebûna, dibe ku gelê me tine bûya. Dibe ku ew ferman bi tinebûna Êzidiyan biqediya."

'KOMKUJÎ BI TAYBETÎ LI DIJÎ JINÊN ÊZIDÎ HATE KIRIN'

TAJÊ da zanîn, ku di vê fermanê de jin bi taybetî bûn hedef, îşkence lê hate kirin û got, "Jin a Êzidî ji her kesî bêhtir bû qurbaniya vê komkujiyê. Îşkence herî zêde li jinê hate kirin. Bêwijdanî û bê exlaqiya herî mezin li jinên Êzidî hate kirin.

Ew jin li sûkan hatin firotin. Keçên hê temenê wan 9 salî bû, bi rengekî hovane hatin tecawizkirin. Jinên ku temenê wan mezin bûn hatin kuştin. Hin jê jî weke xulaman li malên xwe xebitandin. Ew dayikên pîroz, neviyên Xatûna Fexra, Site Nûsra û Jinên Rojê, dayikên Xwezayê careke din bûn hedefa zarokên deşta Ereban.

'JINÊN ÊZIDÎ DI FERMANÊ DE BIRYARA NASKIRIN Û RÊXISTINKIRINA XWE DAN'

Lê wan dayikên Xwedawend careke din ew qirkirin, ew komkujî veguherandin jiyaneke nû û azad. Jinên Êzidî di wê fermanê de biryara naskirin û rêxistinkirina xwe da. Jinê zincîra koledariyê qetand û dest bi têkoşîna azadiyê û hilanîna tola jinên ketin destê DAIŞ'ê kirin."

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî da xuyakirin, ku jinên Êzidî bi rêxistinkirin û têkoşînê bersiv da fermanê û got, "Jin bûn xwedî statu û biryar. Jinên Êzidî bi rêxistinkirin û zanebûnê bersiva fermanê dan. Di her warî de xwe zane û bi rêxistin kirin. Hêzên xwe yên leşkerî ava kirin, meclîsên xwe ava kirin û cihê xwe di nava hemû saziyên li Şengalê de girtin. Bi vê îradeyê bersiv dan fermanê."

BANGA LI JINAN

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Em Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî soz didin hemû jinên Êzidî ku em ê tola wan jinên di destê DAIŞ'ê de ne hilînin, em ê li ser xeta heqîqetê bin, ti carî serî li ber dijmin netewînin. Em ê bi ruhê berxwedana wan jinên ku di destê DAIŞ'ê de li ber xwe dan, têbikoşin. Her wiha em bang li hemû jinên Êzidî dikin, ku 3'ê Tebaxê ji bîr nekin, her roj di mejiyê xwe de zindî bikin û li gorî wê tevbigerin. Em bi hêvî ne ku hemû jin di 3'ê Tebaxê de wê rabin ser piyan û dakevin qadan."