HDK-HDP. Nabe ku destketiyên jinan bên tinekirin

Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li ser pêşnûme qanûna ku erka birîna nîkahê dide miftiyan, daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku nabe destketiyên jinan ji holê werin rakirin û hat gotin, pêşnûmeya ku erka nîkahê dide miftiyan, hemû destketiyên jinan; mafên zewacê, mîrateyê û cihêbûnê yên bi ked û têkoşîneke mezin hatine bidestxistin, ji holê radike.

Meclîsên Jinan ên HDK-HDP'ê ragihandin, ku ew vê pêşnûmeya ku jin û zarokan ji parastina qanûnî bêpar dihêle napejirînin.

Meclîsan diyar kirin, feraseta dewletê ya faşîst bi vê pêşnûmeyê dixwaze zewaca di emrê zarokatiyê de û bi zewaca bi zorê tewşîq bike, pêşî li pir jintiya mêran veke, jinan li derveyî hiqûqa cihêbûn û mîrateyê bihêle, di ducanîhiştina zarokên keç ên bi destavêtinê de tecawizkaran biparêze û bê ceza bihêle, di jidayikbûnê de tenduristiya dayikê û pitikê bixe eteriyê, bi vî rengî beden, zayendî û vîna jinê kontrol bike.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Li şûna hiqûqa wekhevîparêziya zayendî demokratîk û hemdem, ev zîhniyeta dewletê ya mêr dibe referans ji hiqûqa mezhebî re. Em vê zîhniyetê teşhîr dikin."

Her wiha bal hat kişandin ser helwesta medyayê li pêşberî vê pêşnûme qanûna hikumeta AKP'ê û hat destnîşankirin, ku medya navendî cih nade nerazîbûna jinan. Meclîsên Jinan gotin, "Pêşnûme li studyoyê ji aliyê mêran ve tê nîqaşkirin. Jin û rêxistinên jinan ên ku ji bo mafên jinan bi salan têkoşiyan, hewl didin bêdeng bikin. Em vê zîhniyetê red dikin."

Meclîsên Jinan ên HDK û HDP'ê bang li hemû jinan kir, ku li ber vê pêşnûme qanûnê rabin.