Ji bo çalakiyên 3'ê Tebaxê yên li Hannoverê banga tevlîbûnê

Saziyên Jinan ên li Hannover û derdora wê, ji bo çalakiyên 3'ê Tebaxê yên ji ber salvegera komkujiya Şengalê lidar dixe, banga tevlîbûnê li her kesî kir.

Bi wesîleya 3. salvegera komkujiya Şengalê ya 3'ê Tebaxa 2014'an, Saziyên Jinan ên li bajarê Hannover ê Elmanyayê û derdora wê, meş û çalakiyan lidar dixin.

Meclîsa Jinan a Ronahî ya li Hannoverê têkildarî çalakiyan daxuyaniyek weşand û banga tevlîbûnê li her kesî kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji bo careke din komkujî li me neyê kirin, careke din li ser vê axa pîroz xiyanet neyê kirin, em daxwaza xweserî û mafê xweparastinê yê Êzîdxanê dikin.

Şengal namûsa Kurdistanê ye û jinên Êzidî jî dayika Kurdistanê ne. Nabe ku em wan ji bîr bikin, ji ber ku azadiya jinên Êzidî azadiya me ye."

Li gorî daxuyaniyê cih û dema çalakiyên 3'ê Tebaxê yên li Hannover û derdora wê wiha ye:
 
Meş û daxuyanî
Rexistina Jin Nienburg
Roja:03.08.2017
Saet :17:00
Cih:Nienburg/Weser
31582
Ernst-Thomas-Platz

Meclîsa Ronahî Hannover
Roja: 03.08.2017
Saet: 17:00
Hannover: Ernst-August- Platz  (Hauptbahnhof)

Komîna Jin Hildesheim û Salzgitter
Roja: 03.08.2017
Saet: 17:00
Almsstraße 46 31134 Hildesheim
(Li ber Dêra St. Jokobi)

Meclîsa Arîn Mîrkan Walsrode
Roja : 03.08.2017
Cih: Kirchplatz 1 Walsrode
Saet : 15:00